Yazar "Demir, Vejdi" seçeneğine göre listele
Listeleniyor 1 - 2 / 2
Sayfa Başına Sonuç
Sıralama seçenekleri
Öğe KURDÊN ARÎ: MÎT, DÎROK Û ÎDEOLOJÎ(Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) Demir, VejdiXebatên li ser etnolojiyê ku di sedsala 19 an de bi teqleke baş pêşketine, bi dîrok, mît û bi îdolojiyê re bûye yek û gelek caran parametreyên objektîfîyê berovajî kirine. Di heman sedsalê de li Ewrupayê Mîta Arî, ya ku bi taybetî bi rêya fîlolojiyê avabûbû, ji ber gotin û îfadeyên ku di hundirê xwe de etîketên mîna raserî, rûmet û berzbûn dihewand di demeke kurt de bi lêvkirina neteweyên di biniya xwe re dîtinê, bi taybetî jî yên Samî wek dijmin dihesibîne. Mîta Arî ku di maweya vê sedsalê de bi alîkariya zanyarên wek Jones, Herder, Renan taybetiyek şecereya îdolojiyê bi destxistî, bi van pêşenayan tevdigere: dergûşa (welatê) şaristaniyê Hindîstan e û zimanê herî mikemmel jî Sankrîtî ye. Di nivîsandina dîroka Kurdî de em tovên ewil ên mîta Arî di rûpelên kovara Jînê de dibînin. Di kovara Jînê de ku ji aliyê Kürdistan Tealî Cemiyeti ve tê derxistin, di nîqaşên ku li ser etnolojiya kurdan hatine kirin de koka îranî derketiyê pêş. Paşê em ê di sala 1930 î de bibin şahid ku serokê serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, ew ê angaşta ku kurd bi koka xwe arî ne biparêze. Me di xebata xwe de ev yek bi kurtasî behs kirine, xebata me wek navend bi piranî li ser formulasyonên derbarê mîta Arî hatiye avakririn ku Cemşid Bender, Gürdal Aksoy û Siraç Bilgin di pirtûkên xwe de anine zimên. Di dîmena van nîvîskaran de ji Arîbûna kurdan, ji rabêja raseriyê an jî biçûkdîtina neteweyên din bêtir nosyona neteweyeke serbixwe ku „yê din‟ cudatir e ji ber çavên mirov nareve. Di nivîsîna dîroka kurdan de di konteksta mîta arî de kirpandin, bi vî awayî ye ku kurd ji neteweyên cîranên xwe (bi taybetî ereb û tirk) cuda xwe dispêrin kokên neteweyeke din.Öğe XWENDINEKE PSÎKANALÎTÎK LI SER ROMANA BAJAR MÎRZEMAN A BI NAVÊ RENGÊN JIYANEKE DU ZERDIK(2017) Demir, VejdiPsîkanalîz ji bo tedawiya kesên nevrotîk hatiye damezirandin. Damezrîner Sigmund Freud gava ku asasê vê qadê danîbû ji xwendinên edebî gelek istîfade kiribû. Herçiqas li ser kesên jîndar kur dikir jî li gorî Freud wêje neynika jiyanê bû û divê hemû zanist ji vê çavkaniyê sûd werbigrin. Xwendina psîkanalîtîk li ser textên wêjeyî bi Freud re dest pê kiribû. Piştî Freud şopgerên wekû Lacan ekola psîkanalîzê berfirehtir kir û bi awayekî ampirîk tekûz kir. Ev gotar ilhama xwe ji psîkanalîzê distîne û roman Bajar Mîrzeman ya bi navê Rengên Jiyanake Du Zerdik bi vê ekolê analîz dike. Bi taybetî, psîşeya serlehenga romanê ya bi navê Zerê bi vê rêbazê hatiye şîrovekirin.