MERYEM XAN Û TEMAYA HIZINÊ DI KILAMÊN WÊ DE

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2021

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Dengbêj ku veguhêzerên hafizeya civakê ne hest û hîsên civakê, qewimîn, şahî û xembariyên civakê bi strankî ji nifşekê gihandine nifşeke din ku bi vê sedemê nifşên nû ji gencineya çanda xwe haydar bûne. Ji ber vê sedemê dengbêj di nav civakê de her tim xwedî qedr û qîmet bûn ku gelek caran pêŞengiya civakê kirine. Meryem Xan jî yek ji wan dengbêjan e ku bi berhemên xwe pêŞengiya civaka xwe kiriye. Bo vê sedemê di vê xebatê de bi taybetî derbarê berhemên Meryem Xanê de hatiye rawestîn da ku baŞ bê zanîn ku Meryem Xan di kilamên xwe de li ser kîjan mijar û kîjan temayê sekiniye. Bi vê xebatê Meryem Xan bi gelek hêlên xwe ve tê nasandin. Di vê xebatê de dê kilamên Meryem Xanê li dor temaya hizinê bên analîzkirin ku ev xebat ji destpêkek, sê beŞ û encamekê pêk tê. Di destpêkê de behsa mijar, armanc û girîngî, pirsgirêk, rêbaz û sînorê xebatê tê kirin. PêŞî bi giŞtî li ser taybetmendiyên çanda devkî û çanda nivîskî, hafizeya kolektîf û têkildarî vê mijarê li ser fonksiyona dengbêjiyê hatiye rawestîn. Çanda dengbêjiyê bi gelek hêlên xwe yên cur bi cur ve hatiye lêkolan, bi taybetî li ser statûya dengbêjan, fonksiyon û taybetiyên kilamên dengbêjiyê hatiye rawestîn. BeŞa duyem ya xebatê li ser jînenîgariya Meryem Xanê ye. Dengbêj Meryem Xan, jiyaneke çawa derbas kiriye û di seranserê jiyana xwe de rastî çi qewimînan hatiye di vê beŞê de cî digirin. Di serî de cihê ji dayikbûna wê paŞê malbata wê, zewacên wê, çûna wê ya Bexdayê, hunermendiya wê û mirina wê bi hûrgulî hatine vegotin. Di beŞa sêyem de jî berhemên Meryem Xanê li dor temaya hizinê hatine dahûrîn. Ji çil û sê kilamên wê yên li ber destan bîst û pênc kilam ku hêmanên hizinê dihundirînin hatine hilbijartin û li dor temaya hizinê ev kilam hatine analîzkirin. Di destpêka beŞê de pêŞî pênaseya hizinê hatiye kirin û hest û hîsên ku dibin sedema xembariya mirovan hatine ravekirin. Ji bilî kilamên hizinê kilamên din yên Meryem Xanê ku ew jî 18 kilam in weke pêvek di dawiya xebatê de cî digirin.
Toplumsal hafızanın aktarıcıları olan dengbêjler, toplumun duygu ve düşüncelerini, yaşanmışlıklarını, sevinç ve üzüntülerini muzikal olarak bir kuŞaktan diğer kuŞağa aktarmışlar ve bu sebeple yeni kuşak kendi kültür hazinelerinden haberdar olmuşlar. Bunun için dengêjler toplum içinde her zaman değer sahibi olmuşlar ve çoğu zaman topluma öncülük etmişler. Meryem Xan da eserleriyle kendi toplumuna öncülük eden degbêjlerden biridir. Bunun için bu çalışmada özellikle Meryem Xan‟ın eserleri üzerinde durulmuŞtur. Bu vesileyle Meryem Xan eserlerinde hangî konu ve tema üzerinde durulmuŞ, iyi bir Şekilde anlaŞılacaktır. Bu çalışmayla Meryem Xan bir çok yönüyle tanıtılmıŞ olacak. Bu çalıŞmada Meryem Xan‟ın Şarkıları hüzün teması çerçevesinde analîz edilecek. Çalışma giriş, üç bölüm ve sonuç kısmından oluşmaktadır. Girişte alıŞmanın konusu, amacı, önemi, sorunları, metod ve sınırları açıklanmıŞtır. Öncelikle genel olarak sözlü ve yazılı kültür, kolektif hafıza ve buna bağlı olarak dengbêjlik fonksiyonu üzerinde durulmuştur. Dengbêjlik kültürü, birçok yönüyle araştırılmış, özellikle dengbêjlerin statüsü ve dengbêj kilamların fonksiyon ve özellikleri ele alınmıŞtır. Çalışmanın ikinci bölümü Dengbêj Meryem Xan‟ın hayat hikâyesi üzerinedir. Meryem Xan nasıl bir hayat yaşamış, hayatı boyunca ne gibi olaylarla karŞılaŞtığı, ele alınmıŞtır. BaŞta sanatçının doğum yeri, ailesi, evlilikleri, Bağdat‟a gidişi, sanat hayatı ve ölümü ayrıntılı bir Şekilde anlatılmıştır. Üçüncü bölümde, Meryem Xan‟ın eserleri hüzün teması çerçevesinde analiz edilmiştir. Mevcut 43 eserinden hüzün temalı 25 eser seçilmiş ve analiz edilmiştir. Bölümün baŞında Meryem Xan‟ın eserlerinden geniŞ bir Şekilde bahsedilmiştir. Daha sonra hüznün tanımı yapılıp insanların hüzünlenmesine sebep olan duygular açıklanmış. Meryem Xan‟ın diğer Şarkıları çalışmanın ekinde verilmiŞtir.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Çanda Devkî, Hafizeya Kolektîf, Dengbêjî, Meryem Xan, Serpêhatî, Hizin, Sözlü kültür, Kollektif Hafıza, Dengbêjlik, Meryem Xan, Hayat Hikâyesi, Hüzün

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye

ULUÇ, M. (2021). MERYEM XAN Û TEMAYA HIZINÊ DI KILAMÊN WÊ DE. Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE