LI GORÎ NAVEROKÊ VEKOLÎNA DU ROMANÊN BAVÊ NAZÊ (MIRIYÊ HERAM Û DARA PELWEŞIYAYÎ)

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2014

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess
CC0 1.0 Universal

Özet

Ev xebat ji destpêkekê û ji du beşan pêk tê. Ev xebata han her du romanên Bavê Nazê bi navên Miriyê Heram û Dara Pelweşiyayî ji aliyê naveroke ve vedikole. Di romanên Bavê Nazê de çend mijarên girîng derdikevin holê. Welatperwerî, girîngiya ziman û nasnameyê, tolhildan û realiteya jiyanê. Her du romanên xwe di bin tesîra van mijaran de afirandiye. Di romana Miriyê Heram de nivîskar, meseleya ziman û nasnameyê derdixe pêşberî me. Têkoşina lehengê Miriyê Heram, ji bo xwediderketina ziman û nasnameyê ye. Di vê romanê de Bavê Nazê dixwaze di jiyanê de giringîya nasnamê û ziman nîşanê xwendevanên xwe bide. Ji ber vê yekê jî roman gelekî girîng e. Her wiha di romana Dara Pelweşiyayî de jî, tolhildan û welatperwerî derdikeve holê. Lehengê vê romanê jî ji bo tola birayê xwe dibe pêşmerge û piştre hesta welatperweriyê jî nîşanê xwendevanan xwe dide. Nivîskar, di vê romanê de heman demê jî realiteya jiyanê pêşkeşî xwendevanên xwe dike. Bi giştî di romanên Bavê Nazê de fikra realizmê derdikeve pêş. Di romanên wî de xwendevan qet hizra nivîskar nahisin. Nivîskar, wek kamerevanekî bûyeran pêşkeşî mirovan dike û qet mudaxilê nava bûyeran nabe. Ev xal taybetmendîya Bavê Nazê jî nişanê mirovan dide. Lewma, di jiyana Bavê Nazê de nivîskarên Rus gelek girîng in. Wek Gogol, Dostoyevski, Tolstoy…

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye