Li Gorî Nirxandinên Cunningsworth Nirxandinek li ser Hînkerê
Yükleniyor...
Tarih
2017
Yazarlar
Dergi Başlığı
Dergi ISSN
Cilt Başlığı
Yayıncı
Nûbihar Akademî
Erişim Hakkı
info:eu-repo/semantics/openAccess
Özet
Di pêvajoya hînkirina zimanekî de gelek materyalên ji hev cuda tên bikaranîn. Ji wan materyalan û bi îhtimaleke mezin yên herî zêde têne bikar anîn, hînkerên zimanî ne. Ji ber ku di bazarê de ji yekê zêdetir hînkerên zimanî hene, êdî nirxandin û hilbijartina wan bûye diyardeyeke aşkere û li ser nirxandin û hilbijartina hînkeran lîteratureke têra xwe mezin û berfirah pêk hatiye. Ligel gelek zanyarên dî Jeremy Harmer, Alan Cunningsworth, Alan Tucker wek nûner û pêşengên qada nirxandin û hilbijartina hînkeran tên hesibandin. Di vê gotarê de me li gorî pîvanên Cunningsworth, seteke hînkirina Kurdiya Kurmancî ya bi navê Hînker nirxandineke rûxalî û hûrgilî pêk anî. Di encamê de me dît ku wek seta hînkirinê di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de kêmasiyên Hînkerê hene lê belê ji hinek aliyên wekî naveroka nezimanî û nirxên civakî û metodolojîyê de Hînker serkeftî ye.
Açıklama
Anahtar Kelimeler
Hînkirina Zimanî, Hînker, hînkerên zimanî, nirxandina hînkeran, Cunningsworth
Kaynak
WoS Q Değeri
Scopus Q Değeri
Cilt
Sayı
Künye
Kurt, Ş. (2017)."Li Gorî Nirxandinên Cunningsworth Nirxandinek li ser Hînkerê" Nûbihar Akademî. Cild:2 Jimar:7 Sal:2017. 65-77.