LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE)

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2015

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Çîroka Leyla û Mecnûnê yek ji çîrokên bi nav û bangên cîhanê ye, ku ji layê gelek kesan va wek çîrokehelbest hatiye nivîsînê. Ev çîroka di binêşa xwe da çîrokeke ‘erebî ye, ku li dû ra belayî nav gelên dî jî bûye. Cara yekem Nizamiyê Genceyî (535- 607/612 KH.) ew çîroka di qalibê mesnewiyê da bi zimanê farsî di zêde ji 4000 malikan da vehûnaye û li dû wî ra bi dehan helbestkarên fars, turk, kurd, ordû ew çîroka bi zimanên xwe di qalibê mesnewiyê da vehûnane. Ev çîroka bi gelek zimanên dî, yên wekî inglîsî, almanî û rûsî jî hatiye venivîsîn û wergerandinê û bûye çîrokeka cîhanî. Her yek ji kesên ku ew çîroka vehûnane, hindek mijar û şax û bergên nû lê zêde kirine û yan jî hindek mijar û şax û berg jê birîne. Bi kurtî her kesî ta radeyekê ew çîroka nêzîkî ferhenga/çanda xwe kiriye. Kurteya çîrokê gorekî binêşa wê ya ‘erebî weha ye: “Keç û xortek bi navên Leyla û Qeysî ku li çolê li ber ajelan bûne, dibine evîndarên hevdu û ji dil û can ji hevdu hez dikin. Lê malbata keçikê qîza xwe nadine wî xortî û bi destê zorê û ne bi dilê keçikê ewê didine mirovekî dî. Kurik li ber evînê şêt û şeyda dibe û rût û pêxwas û serkot li çol û çiyan dikeve. Xelk nasnavê mecnûnî wate şêtî li wî dikin. Ew li çolê dimîne û digel canewerên kûvî û dirinde û firindeyan dijî û êdî navê wî dibe Mecnûn. Keçik jî nahêle mêrê wê dest bidetê û ji bo Mecnûnî evîndar û bi emek dimîne. Di dawiyê da Leyla li dûriya Mecnûnî da hind dibêje û dibilîne da ku nexweş dikeve û dimire. Mecnûn jî bi bihîsatina mirina Leylayê ra tê ser gorina wê û hind digirî û dibêje da ku ew jî li ser gorina Leylayê canî didete canderî. Xelk tên cenazeyê wî jî dikene nav gorina Leylayê û wan her du evîndarana pêkve dispêrine axê...” Eva kakilê vê çîrokê bû. Lê ev çîroka ji layê helbestkarê kurdê farsîbêj Nizamiyê Genceyîva bi şêweyeke rêkûpêk û toreyî tê xemilandinê û Nizamî bi zanista helbestê kirasê huner û toreyê li bejna wê çîroka sade û sakar dike û ewê dike çîrokeka navidare cîhanî. Li dû Nizamî ra bi dehan kes di vehûnan û afirandineweya wê çîrokê da xwe diazimînin û bi dehan berhemên nû ji wê çîrokê têne afirandinê, ku yek ji wan kesana jî helbestkarê kurd Sewadî ye. Di vê xebatê da min pêş da li ser çîrokê li bara mêjûyî û hebûna rasitîn ya her du qehremanên wê yên sereke lêkolîn kiriye û bîr û hizrên pisporan li ser wê mijarê dane berhev. Li dû ra min li ser Leyla û Mecnûna Sewadî ku mijara vî karê min e, lêkolîn kiriye. Di encama lêkolînan da ez agadar bûm û min dît ku Sewadî Leyla û Mecnûna xwe di jêr kartêkirna sê Leyla û Mecnûnên farsî da afirandiye. Ew sê Leyl û Mecnûn jî yên her sê helbestkarên farsîbêj: Nizamiyê Genceyî, Mektebiyê Şîrazî (di dawîya sedeya nehem û destpêka sedeya dehem a KH. jîyaye.) û Hatifiyê Xercerdiyê Camî ( 858- 927 KH. ) ne. Agadariyên pêdivî li ser van helbestkarana hatine dayînê û Leyla û Mecnûna Sewadî digel van her sê berhemana hatiye berawirdkirinê. Xalên hevpişk û newekheviyên wan hatine destnîşankirinê. Herwisan xişteyeka daneberhevê jî digel wê daneberhevê hatiye xêzkirinê. Min li ser nav û nasnav û jînenigariya Sewadî û herwisan li ser berhemên wî yên ku giheştine me lêkolîn kir û ta cîhê ku ji destên min hat, min ew da nasandinê. Herwisan min Leyla û Mecnûna Sewadî analîze kir. Li peyî vê lêkolînê û nasandina Sewadî ra ew nusxeyên destnivîs û çapên Leyla û Mecnûna Sewadî ku binêşa vî karî ne, hatine nasandinê. Li dû ra deqa Leyla û Mecnûna Sewadî hatiye tîpguhêzkirinê û digel tîpguhêziyê li ber pênc nusxeyan bi şêweya edisyon kritik hatiye daneberhev û serast kirinê. Pêş da her malikek ji mesnewiyê digel hemû nusxeyan hatiye berhevkirinê, li dû ra malika here serast hatiye helbijartinê û newekheviyên nusxeyan bi hejmar di perawêzê da hatine destnîşankirinê. Li dû vî karî ra min deqa Leyla û Mecnûnê ya ku hatiye serast kirinê, rave û şirove kiriye. Di pişka şirove û raveyê da hemû peyvên giran yên deqa çîrokê li ber ferhengên ‘erebî, farsî û kurdî yên mu’teber hatine watekirin û gorekî mijarê di her bendê da di pişkekê yan çend pişkan da bi pexşaneke sade û rewan hatiye şirovekirinê. Di dawiyê da wek pêvek deqa Leyla û Mecnûna Sewadî destnivîsa Nûrullah Godişkî digel fotokopiya çend rûpel ji deqên destnivîsên dî jî weke nimûne hatine.
Leyla ile Mecnun hikayesi, bir çok kişi tarafından manzum şekilde yazıya geçirilen ve dünyanın çok bilinen hikayelerindendir. Aslı Arapça olan bu hikaye daha sonra diğer milletler arasında da yayılmıştır. Bu hikaye ilk önce Nizami-i Gencevi (535-607/612 H. = 1141- 1211/1216 m.) tarafından Farsça olarak 4000’den fazla beyit halinde ve mesnevi tarzında yazılmış daha sonra da bir çok Fars, Türk, Kürt ve Urdu şair tarafından kendi dillerinde yine mesnevi tarzında yazılmıştır. Bu hikaye yine İngilizce, Almanca ve Rusça başta olmak üzere bir çok dilde tekrar yazılmış veya çevrilmiş ve böylece bir dünya hikayesi halen gelmiştir. Hikayeyi kendi dilinde yazan herkes yeni konular, bölümler veya sayfalar eklemiş ya da çıkarmıştır. Kısaca belirtmek gerekirse herkes bir yere kadar bu hikayeyi kendi kültürüne yaklaştırmıştır. Bu hikayenin özeti Arapça aslına göre şöyledir: “Leyla ve Kays adındaki iki genç hayvan otlatırken birbirlerine aşık olmuş ve canı gönülden birbirlerine bağlanmışlar. Fakat kızın ailesi onu Kays’a vermezler ve zorla kızın istemediği biriyle onu evlendirirler.Kays aşkından deli divane olur ve perişan bir halde çöllere düşer.Bunun üzerine mecnun, yani deli divane olarak adlandırılır.O da çölde yabani ve yırtıcı hayvanlarla yaşamaya başlar ve adı Mecnun olur.Leyla da kocasının kendisine yaklaşmasına izin vermez ve Mecnuna aşık ve sadık kalır.Daha sonra Leyla, Mecnun’un yokluğuna daha fazla dayanamaz ve hastalanarak ölür.Mecnun da Leyla’nın ölümü üzerine onun kabrine geliri ve ağlayarak Leyla’nın mezarı üzerinde can verir.Mecnun da Leyla’nın mezarına defnedilir ve iki aşık mezarda birbirlerine kavuşurlar...” Bu hikayenin özü idi. Fakat bu hikaye Kürt asıllı olan ve şiirlerini Farsça yazan Nizami-i Gencevi tarafından tertipli ve uygun bir şekilde süslenmiş ve şiir bilgisiyle bu sade ve süssüz hikayeye sanat hırkası giydirmiş ve böylece onu bir dünya hikayesi seviyesine çıkarmıştır. Nizami’den sonra onlarca kişi yorumlar ve yeniden yaratımlar yoluyla bu hikaye üzerine denemeler yapmış ve sonunda bu hikayeden onlarca yeni eser ortaya çıkmıştır. Bu kişilerden biri de Kürt şair Sewadî’dır. Bu çalışmamızda, ben öncelikle hikayenin tarihi, her iki kahramanın gerçek varlığı üzerine araştırma yaptım ve uzmanların konu hakkındaki görüşlerini karşılaştırdım. Daha sonra bu çalışmamızın asıl konusunu teşkil eden Sewadî’nin Leyla ile Mecnun’u üzerine incelemede bulundum. Araştırmalar sonucunda ortaya çıktı ki Sewadî kendi eserini Farsça olarak yazılmış III üç tane başka Leyla ile Mecnun’dan yararlanarak ortaya çıkarmıştır. Adı geçen üç eser de Farsça yazan bu şairlere aittirler: Nizami-i Gencevi, Mektebi-i Şirazi ve Hatif-i Hercerdi-i Cami. Bu üç şair hakkında gerekli bilgiler sunulmuş ve Sewadî’nin Leyla ile Mecnun’u bu üç şairinin Leyla ile Mecnun’larıyla karşılaştırılmıştır. Ortak ve ayrı olan yönleri ortaya çıkarılmıştır.Ve karşılaştırmaların bir tablosu da sunulmuştur. Sewadî’nin adı, mahlası ve elimize ulaşan eserleri üzerine araştırma yaptım ve elimden geldiğince tanıtmaya çalıştım. Aynı şekilde Sewadî’nin Leyla ile Mecnun’unu analiz ettim. Bu araştırmalar ve Sewadî’nin tanıtılmasında sonra, bu çalışmamızın aslını oluşturan Sewadî’nin Leyla ile Mecnun’unun elyazması ve baskıları tanıtılmıştır. Daha sonra da Sewadî’nin Leyla ile Mecnun’unun metninin transkripsiyonu gerçekleştirildi ve transkripsiyon var olan beş nüsha ile birlikte edisyon-kritik yöntemiyle karşılaştırılıp düzeltildi. Önce mesnevideki her beyit bütün nüshalarla karşılaştırılmış, sonra da en düzgün olan beyit seçilmiş ve diğer nüshalarla farklılıkları ortaya konulmuştur. Bundan sonra düzeltilmiş olan Leyla ile Mecnun metni tarafımdan tevil edilip yorumlanmıştır. Yorum ve tevil bölümünde, hikaye metninde yer alan zor kelimeler Arapça, Farsça ve Kürtçe muteber sözlükler ışığında açıklanmış ve konuya göre bazı yerlerde açık ve anlaşılır bir şekilde yorumlanmışlardır. Ekler bölümünde Sewadî’nin Leyla ile Mecnun’unNûrullah Godişkî metni ve diğer elyazmalarının bazı sayfalarının fotokopisi örnek olarak yer almaktadır.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye

JAHANY, P. (2015). LEYLA Û MECNÛNA SEWADÎ (METIN-LÊKOLÎN-ŞÎROVE). Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE