Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2014-01-15

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Nûbihar Akademî

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

PUXTE: Romantîzm wek rêbazeke edebî di sedsala XVIIIan de cara pêşîn li Îngilîstanê derket holê û di demeke kurt de di nav edebiyatên neteweyên Ewrupayî de belav bû. Ev rêbaz di sedsala XIXan de bi riya hin xwendekar û ronakbîrên Osmanî yên ku ji bo Fransayê hatibûn şandin di nav dewleta Osmanî de jî hat nasîn. Bi vî awayî romantîzma ronakger a fransî bi rengeke neteweyî di nav ronakbîrên Osmanî de wek meşrûtiyetxwazî û di nav ronakbîrên jêrdestê Osmaniyan de jî wek serxwebûnxwazî derket holê. Dema ku li Stenbola paytexta dewleta Osmanî ev tişt diqewimîn Hacî Qadirê Koyî jî li Stenbolê bû û wek helbestvanekî Kurd cara yekemîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Ji ber ku di serdema jiyana Hacî de Kurd negihîştin armancên xwe yên siyasî, di seranserî sedsala XXî de jî fikra romantîzma neteweyî di edebiyata Kurdî de zindî ma. Ji ber vê çendê sed sal piştî Hacî û li ser şopa wî bi awayekî xurt vê carê Cegerxwîn nûnertiya romantîzma neteweyî kir. Herçend di nav wan de hin ciyawazî hebin jî Hacî û Cegerxwîn li ser fikra neteweyî, hişmendiya zimanê zikmakî, vejandina dîroka neteweyî, dijayetiya serekên feodal, xurtkirina hesta welatperweriyê, pesindana fikra rasyonel û bilind nirxandina zanistên pozîtîv xwedî heman bîr û boçûn bûn. Ev jî nîşan dide ku her Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn In Kurdish Poetry the Beginning of the Method of Romanticism of Haci and Cegerxwin du helbestvan di mijara romantîzma neteweyî de digihîjin hevdu û di vê xalê de Cegerxwîn şopgêr û mîratgirê Hacî ye.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Bêjeyên sereke: romantîzm, romantîzma neteweyî, Hacî, Cegerxwîn.

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye