Subaşı, Kenan2024-02-072024-02-072020Subaşı, K. (2020). “Destnivîsên Mecmû‘Eyên Kurd (21-22-47) ên di Koleksîyona Alexandre Jaba de (Nûbar Û Eqîdeya Îmanê)”. Kurdiyat, 1, 23-44.https://hdl.handle.net/20.500.12514/5760Nûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu’eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.ku10.5281/zenodo.3895042info:eu-repo/semantics/openAccessDestnivîsAlexandre JabaKurd 21Kurd 22Kurd 47Ehmedê XanîNûbara BiçûkanDESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)Alexandre Jaba’nın Elyazmaları Koleksiyonundaki Kurd (21-22-47) Mecmualarının Tanıtımı (Nûbar and Eqîdeya Îmanê)Corpuses of Kurd (21-22-47) in Alexandre Jaba’s Manuscripts Collection (Nûbar and Eqîdeya Îmanê)Article12344