Çelik, Eyüp2023-12-122023-12-1220232022-01-01https://hdl.handle.net/20.500.12514/4563Di vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.kuinfo:eu-repo/semantics/openAccessTesewwuf, Zêw, Welî, Jin, Meşayîx, Ezîze, Kult, Motîf, Temelûk KirinLI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADAMaster Thesis