Subaşı, Kenan2024-02-072024-02-072023Subaşı, K. (2023). Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên Mêjûyî. Mukaddime, 2023, 14(Özel Sayı 1), s. 148-176.https://hdl.handle.net/20.500.12514/5758Destanên Evînî yên Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evînî yênmêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.ku10.19059/mukaddime.1243035info:eu-repo/semantics/openAccessDestanEvînTrajedîFesadMemê AlanXelîl Beg û GewrêFesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên MêjûyîDeceptive and Deceitful Characters in Folk Romance who Turn Love into TragedyHalk Hikâyeleri’ndeki Aşkı Trajediye Dönüştüren Hilekâr ve Düzenbaz KarakterlerArticle14Özel Sayı 1148176