Subaşı, KenanMeral, AydınAkhan, Bahattin2024-02-072024-02-072022Subaşı, K.; Meral, A.; Akhan, B. (2022). Elaeddîn Seccadî û Nirxandina Çîrokên Wî Yên Ji Bo Zarok û Nûciwanan Li Gor Pîvanên Edebîyata Zarokan, The Journal of Mesopotamian Studies, 7 (2), ss. 220 - 242.https://hdl.handle.net/20.500.12514/5759Edebîyata zarok û nûciwanan weku binbeşeke edebîyata modern digel vebûna dibistanên modern dest pê kir û amanca sereke di serî da her çiqas perwerdekirina zarokan û hînkirina wan a xwendinê be jî îroj bi gelek rîş û şaxên xwe ev celeb edebîyat bûye qadeke berfireh û pirberhem. Ji ber ku mafê Kurdan ê perwerdeyê heya îroj jî nehatîye dayîn yan jî lokal û parçekirî bûye, xwînerîya di temenê zarokatîyê da jî gelek qels maye. Bivê nevê vê yekê tesîreke nerênî li geşekirina edebîyata zarokan a bi Kurdî kirîye. Digel vê tesîra nerênî bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî hin rê û derî li pêş afirandina vê qadê vebûne û xisûsen ji alîyê helbest û çîrokan ve. Di nivîskarîya çîrokên zarokan da Elaeddîn Seccadî çîroknûsekî pêşeng e ku bûye mijara vê meqaleyê. Wî di salên 1940î da şeş çîrok ji bo zarokan nivîsîne ku di vê meqaleyê da ev şeş çîrok li gorî pîvanên edebîyata zarokan hatîye nirxandin. Berî nirxandinê pêkarên edebîyata zarokan, mijar û rêbaza xebatê jî hatiye neqilkirin. Di encama nirxandinê da kifş bû ku Seccadî, li gorî ruhê serdema xwe di nav qalibên rastbînîya şikilî ya zarokan da çîrok nivîsîne ku em bi rahetî dikarin bibêjin hemkûfê çîroknûsên neteweyên di dewra xwe da bûye.ku10.35859/jms.2022.1156114info:eu-repo/semantics/openAccessEdebîyata ZarokanÇîrokElaeddîn SeccadîPerwerdeRastîya ZarokanELAEDDÎN SECCADÎ Û NIRXANDINA ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROK Û NÛCIWANAN LI GOR PÎVANÊN EDEBÎYATA ZAROKANAlaaddîn Seccadî’nin Çocuk ve İlk Gençlik Öykülerinin Çocuk Edebiyatı Ölçütlerine Göre AnaliziAnalysis of Alaaddin Seccadi’s Children’s and Early Youth Stories According to Children’s Literature CriteriaArticle72220242