LI GORÎ NAVEROKÊ VEKOLÎNA DU ROMANÊN BAVÊ NAZÊ (MIRIYÊ HERAM Û DARA PELWEŞIYAYÎ)

View/ Open
Rights
info:eu-repo/semantics/openAccessCC0 1.0 Universalhttp://creativecommons.org/publicdomain/zero/1.0/Date
2014Metadata
Show full item recordAbstract
Ev xebat ji destpêkekê û ji du beşan pêk tê. Ev xebata han her du romanên Bavê Nazê
bi navên Miriyê Heram û Dara Pelweşiyayî ji aliyê naveroke ve vedikole.
Di romanên Bavê Nazê de çend mijarên girîng derdikevin holê. Welatperwerî,
girîngiya ziman û nasnameyê, tolhildan û realiteya jiyanê. Her du romanên xwe di bin tesîra
van mijaran de afirandiye.
Di romana Miriyê Heram de nivîskar, meseleya ziman û nasnameyê derdixe pêşberî
me. Têkoşina lehengê Miriyê Heram, ji bo xwediderketina ziman û nasnameyê ye. Di vê
romanê de Bavê Nazê dixwaze di jiyanê de giringîya nasnamê û ziman nîşanê xwendevanên
xwe bide. Ji ber vê yekê jî roman gelekî girîng e.
Her wiha di romana Dara Pelweşiyayî de jî, tolhildan û welatperwerî derdikeve holê.
Lehengê vê romanê jî ji bo tola birayê xwe dibe pêşmerge û piştre hesta welatperweriyê jî
nîşanê xwendevanan xwe dide. Nivîskar, di vê romanê de heman demê jî realiteya jiyanê
pêşkeşî xwendevanên xwe dike.
Bi giştî di romanên Bavê Nazê de fikra realizmê derdikeve pêş. Di romanên wî de
xwendevan qet hizra nivîskar nahisin. Nivîskar, wek kamerevanekî bûyeran pêşkeşî mirovan
dike û qet mudaxilê nava bûyeran nabe. Ev xal taybetmendîya Bavê Nazê jî nişanê mirovan
dide. Lewma, di jiyana Bavê Nazê de nivîskarên Rus gelek girîng in. Wek Gogol,
Dostoyevski, Tolstoy…
Collections
The following license files are associated with this item: