Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê
Citation
ERGÜN Z (2018). Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê. Mukaddime, 9(1), 133 - 150. Doi: 10.19059/mukaddime.350637Abstract
Kurte: Ev gotar di mînaka şeş berheman de taybetmendiyên xeta giştî ya
vegêrana edebiyata kurdî ya Sovyetê vedikole û bi taybetî bal dikêşe ser
mijarên gotara vegêr û taybetmendiyên cih û karakteran. Nivîskarên kurd
ên li Sovyetê wek nûnerên komeke etnîk a paşdemayî dema bi saya
derfetên çandî yên Sovyetê dest bi berhemanîna edebiyateke nivîskî dikin
bi xurtî dikevin bin karîgeriya vegêrana folklorîk û rêbaza realîzma sosyalîst
û di bin karîgeriya van hokaran de berhemên hevşêwe diafirînin. Ji ber vê jî
di berhemên xwe de wek tîpolojiya vegêranê hertim vegêrê xwedayî, wek
cihê qewimîna rûdanan gundan û di afirandina karakteran de jî karakterên
yekalî û neguher tercîh dikin. Ev rewş nîşan dide ku vegêrana edebiyata
kurdî ya Sovyetê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk û îdeolojîk xwedî
dîmeneke yekreng û dengekî monolojîk e.
URI
https://hdl.handle.net/20.500.12514/397https://app.trdizin.gov.tr/makale/TXpBeU9EQTVPUT09/taybetiyen-vegerana-edebiyata-kurdi-ya-sovyete
https://dergipark.org.tr/tr/pub/mukaddime/issue/37049/350637