Yazar "Keskin, Necat" seçeneğine göre listele
Listeleniyor 1 - 2 / 2
Sayfa Başına Sonuç
Sıralama seçenekleri
Öğe Kovargeriya Akademîk a Kurdî li Tirkiyeyê û Pirsgirêkên Wê(Mukaddime, 2018) Keskin, NecatKovargerya kurdî di nav weşangeriya kurdî de cihekî girîng digire. Kovara Rojî Kurd a di sala 1913an dest bi weşanê kiriye nimuneya pêşî ya kovargeriya kurdî ye. Mînakên din ên sereke Jîn û Hawar in. Ji Hawarê û wir çi siyasî çi çandî curbecur kovarên kurdî derdikevin. Di salên dawî de bi vekirina enstîtuyên zimanên zindî kovarên akademîk jî dest bi weşanê kirine. Di vê xebatê de li ser kovarên akademîk ên kurdî ku li Tirkiyeyê diweşin hatiye rawestin ku heta niha tevde pênc heb in. Weşana van kovarên akademîk bi pêwîstiyên demê re têkildar e. Di heman demê de bi hebûna xwe ev kovar di warê kovargeriya kurdî a li Tirkiyeyê de destpêkeke nû pêk tînin.Öğe SERBORIYA AKADEMIYA KURDÎ LI TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKÊN WÊ(e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2018) Keskin, NecatAkademî, îro hem ji bo mekânên ku di sehayên zanistî de perwerdeyê didin, û hem jî ji bo civaka têkildarî xebatan zanistî tê bikaranîn. Di vê çarçoveyê de saziyên têkildarî xebatên kurdî ku di salên dawî de hatine avakirin û hebûna lêkolînerên di bin banê van saziyan de xebatên xwe dimeşînin rê dide ku mirov li Tirkiyeyê behsa akademiyeke kurdî bike. Mijara vê xebatê jî, li ser vê esasê, enstîtuyên zimanên zindî yên girêdayî Zanîngeha Mardîn Artuklu, Bîngol û Wan Yuzuncu Yilê ne ku îro di qada xebatên kurdî de cihekî girîng digirin. Di xebatê de ev sazî û civak wek “destpêk”a akademiya kurdî ya li Tirkiyeyê tên nirxandin. Ji ber vê yekê jî rûbirûyê hinek pirsgirêkan tên. Armanca vê xebatê jî ew e ku rewş û pirsgirêkên akademiya kurdî tevî pêvajoya avakirina wê destnîşan bike. Ji bo vê yekê jî, ji çavkaniyên nivîskî û dijîtal û her weha ji çavdêrî û hevpeyvînan jî sûd hatiye wergirtin.