Yazar "Mehmet Gemsiz" seçeneğine göre listele
Listeleniyor 1 - 1 / 1
Sayfa Başına Sonuç
Sıralama seçenekleri
Öğe BINYAT Û RASTNIVÎSÎNA LÊKERAN DI BERHEMÊN RÊZIMANÊ YÊN KURMANCÎYA BAKUR DE(2018) Mehmet GemsizRêziman wek hêman û stûneke girîng a zimanê nivîsînê ya zimanekî tê hesibandin û ji ber ku şayesandin û peyitandina rêzikên zimên jî li xwe digire, ew bi rola rêbera zimanekî radibe. Di gel vê yekê, gava bi çavekî hûrbînî li pirtûkên rêzimanên kurmancî tê nihartin, tê dîtin ku ne tenê di warê mijarên taybetmend de, her wisan di biwara hin mijaran de ku ew wek ên sereke tên pejirandin, zimannas û rêzimannas ne li hev in û di navbera wan de nêrînên cuda yên berbiçav xwe tafilê didin der. Mîna mijarên cureyên bêjeyan, cureyên lêkeran û ji aliyê binyatî ve senifana lêkeran. Di vê xebatê de li ser yazdeh rêzimanên zaravayê kurmancî tê rawestandin û bal li ser warên cureyên bêjeyan (beşên axaftinê), lêker, ji aliyê binyatî ve senifana cureyên lêkeran (tevî mînakên lêkeran ku ji bo wan hatine pêşkêşkirin) û rastnivîsîna lêkeran ên di rewşa raderî û navdêrî de tê kêşandin. Ji ber ku ev berhem bi rêbaza rêzimana klasîk hatine amadekirin, bi heman rêbazê tiwêjandin li ser wan tê kirin. Li ser warên ku bûne mijara xebatê, ji nû ve senifanek der barê cureyên lêkeran ên ji aliyê binyatî de tê kirin û bi navê lêkerên veqetînbar jî senifanek li wan tê zêdekirin ku bi awayekî serbixwe di tu rêzimanê de cih ji van re nehatiye veqetandin. Ji bo çareserkirina kêşeyên rastnivîsîna lêkeran ên di rewşa raderî û navdêrî de jî, rêzikên ku li gorî rêzimana kurmancî hatine peyitandin tên pêşkêşkirin.