Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

29.11.2023

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Mijara vê xebata kalîtatîv nêrînên mamosteyên beşên kurdî yên kurmanciya standard e û bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan dinirxîne. Hejmara beşdarên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Armanca vê xebatê ew e ku em nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin, derbarê standardizasyon û zimanê standard de werbigirin û nêrînên wan raxin ber çavan. Ev xebat ji vî aliyî ve giring e ku xebatên bi vî awayî kalîtatîv derbarê kurmancî û standardîzasyonê de hatine kirin di kurdî de kêm in, herwiha nêrînên akademîsyenan li ser standardîzasyon û kurmancî de wê çarçoveyekê ji me re çêbike derbarê stratejiyên me yên dahatû ji bo pêkanîna kurmanciyeke standard. Di lêkolînê de 6 tema derketin, herwiha bintema û kodên wan jî derketin. Di encama vê lêkolînê de derkete meydanê ku mamosteyên kurdî standardîzasyonê bi têgihîştina hevpar, nivîsandina hevpar û zimanê nivîsê terîf dikin. Nêrînên wan derbarê taybetî, çêbûn, pirsgirêk û çareseriyên kurmanciya standard derketin; dema marûzî kurmanciya standard dibin hestên erênî û neyînî di wan de çêdibin. Herwiha têgehên wekî kurmanciya nestandard û binavkirinên wekî kurdiya akademik, kurdiya nivîskî, kurdiya standard û kurdiya neakademîk derketin digel binavkirinên din û sedema çima hin kes kurdiya xwe (devoka xwe) wek heqîqî nabînin.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

lêkolîna kalîtatîv, analîza tematîk, zimanê standard, kurdiya standard, kurmanciya standard

Kaynak

Kurdiname

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

9

Künye

Yıldırımçakar, Ziyattin (2023). Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re, Kurdiname, 9, r. 15-35