Kürt Dili ve Kültürü ABD - Makale Koleksiyonu

Bu koleksiyon için kalıcı URI

Güncel Gönderiler

Listeleniyor 1 - 20 / 55
  • Öğe
    Hilsengandinek Li Ser Pirtûkên Rêzimana Kurmancî Ji Aliyê Rêbazên Hînkirina Rêzimanê Ve
    (Nûbihar Akademî, 2020) Kurt, Şehmus
    Armanca vê vekolînê nirxandina pirtûkên rêzimana Kurdiya Kurmancî ye ji aliyê rêbazên sereke yên hînkirina rêzimanê ve. Ji bo vê armancê heft pirtûkên rêzimana Kurmancî yên ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin hatine hilbijartin û nasandin. Piştî nasandina şeklî û naverokî ew pirtûk li gorî rêbazên hînkirina rêzimanê yên berbelav ve hatine nirxandin û berawirdkirin. Di encamê da derdikeve pêşiya me ku pirtûkên li ser rêzimana Kurmancî bi motivasyon û hewlên cuda ve hatine amadekirin. Herçend hinek ji wan pirtûkan bi armancên zimannasîyê hatibin amadekirin jî hinekên dîtir bi armanca hînkirina rêzimana Kurmancî bo kesên cuda hatine amadekirin. Lewma dîyar e pirtûkên ku bûne mijara lêkolîna me ji aliyê rêbazên hînkirina rêzimanê ve xwedan rêbazên jêk cuda ne.
  • Öğe
    Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî “Rastîya Zarokan” û “Îzafîyeta Zarokan”
    (2021) Subaşı, Kenan
    Di vê gotarê de analîzeke analîtîk di çarçoveya du hêmanên sereke yên edebîyata zarokan de dê bê kirin. Ev hêman “rastîya zarokan” û “îzafîyeta zarokan” in ku bingeha edebîyata zarokan a modern jî li ser wan saz dibe. Ji ber ku zarok xwedî kesayeteke cuda û xweser e, nivîskarê edebîyata zarokan di hunera xwe de mecbûr e baldarê vê cudabûn û xweserîya zarokan be. Lewra mixatabê sereke yê vê edebîyatê zarok bixwe ye. Ji bilî van ji bo ku zarok bibe xwedî estetîk û arezûyeke edebî, dîsa divê berhemên edebî yên ku ji bo zarokan tên nivîsandin, li gorî van her du hêmanan bên afirandin. Li gorî van esasan di vê xebatê de dê helbestên zarokan ên Kurdî li gorî van her du hêmanan bên nirxandin. Herwiha qesda me ji helbestên zarokan ên Kurdî ew e ku ji destpêkê heya îro yanî ji helbestvanên weku Zêwer, Goran, Kakeyî Felah, Kamiran Elî Bedirxan, Letîf Helmet, Elî Ebdulla Şewnim bigirin heya kesên weku Emîn Muhemed, Taha Bîlal, Elî Hemereşîd Berzincî, Osman Muhemed Hewramî, Firat Cewerî, Konê Reş, Yehya Elewîferd, Aram Gernas û Mueyed Teyîb binirxînin û mînakên helbestên wan ên serkeftî û neserkeftî, digel egerên wan, parve bikin. Mebest ji hilbijartina van navan ew e ku ev helbestvan di serdema xwe de yên herî berhemdar bûne di qada helbesta zarokan de. Helbet mimkûn e mirov hin navên din lê bar bike. Lê ji ber ku dê ji sînorên gotarekê derketiba, me bi van navan sînordar kir. Herwiha me helbestvanên ku hilbijartiye, di nav çar serdemên ku tê de jîyane û li gorî milmilaneyên sîyasî û civakî ji hev cuda bûne, dabeş kirin.
  • Öğe
    TEYRÊ SÎMIR Û RENGVEDANÊN WÊ DI FOLKLORA KURDÎ DA
    (2023) Subaşı, Kenan; Roder, Aram
    Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.
  • Öğe
    Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da
    (2022) Subaşı, Kenan
    Di nav mîtan da mexlûqekî herî berbiçav û pir tê qalkirin, dêw e. Dêw bi piranî weku mexlûqên şênber ên gir, tirsnak, bihêz û weku mirovan tên şayesandin. Carinan jî ne weku mexlûqeke şênber lê weku xul, saw, xof, hîseke razber hatine pênasekirin. Xisûsen di nav miletên Îranî da berî Zerdeştiyê heyînên baş û heta Xwedavend dihatin hebandin û digel Zerdeştiyê ew hevalkar û temsîlkarên Ehrîmen hatin pênasekirin. Carinan bi navên taybet hatine binavkirin û carinan weku temsîleke giştî bi navê “Dêw” hatine binavkirin. Me di vê xebatê da di nav çarçoveya folklora Kurdî da lêkolîna dêw û peywendîya wan a bi sêhrê re, tezahurên wan, cureyên wan û temsîlên wan kir. Xebata me li ser du çiqan pêk hatiye ku yek jê rasterast weku mexlûqek dêw in. Çiqa duyem jî form û tezahurên dêwan ên bi navê Perî, Pîra Cadû, Kula Stûbizengil, Elk, Meyreman, Xapxapok, Reşê Şevê, Rotê Şevê, Dêlegur, Gurê Manco, Xermexozan, Psîka Girnexok, Gornepaş, Zibên, Sibat, Kabûs û hwd. in. Ev mexlûq di vê xebatê da hem hatine tesnîfkirin û ravekirin hem jî di nav folklora Kurdî da çawa û di çi peywendê da hatibin pênasekirin, bizarkirin û şayesandin bi nimûneyên xwe hatine nîşandan.
  • Öğe
    DESTNIVÎSÊN MECMÛ‘EYÊN KURD (21-22-47) ÊN DI KOLEKSÎYONA ALEXANDRE JABA DE (NÛBAR Û EQÎDEYA ÎMANÊ)
    (2020) Subaşı, Kenan
    Nûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu’eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.
  • Öğe
    ELAEDDÎN SECCADÎ Û NIRXANDINA ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROK Û NÛCIWANAN LI GOR PÎVANÊN EDEBÎYATA ZAROKAN
    (2022) Subaşı, Kenan; Meral, Aydın; Akhan, Bahattin
    Edebîyata zarok û nûciwanan weku binbeşeke edebîyata modern digel vebûna dibistanên modern dest pê kir û amanca sereke di serî da her çiqas perwerdekirina zarokan û hînkirina wan a xwendinê be jî îroj bi gelek rîş û şaxên xwe ev celeb edebîyat bûye qadeke berfireh û pirberhem. Ji ber ku mafê Kurdan ê perwerdeyê heya îroj jî nehatîye dayîn yan jî lokal û parçekirî bûye, xwînerîya di temenê zarokatîyê da jî gelek qels maye. Bivê nevê vê yekê tesîreke nerênî li geşekirina edebîyata zarokan a bi Kurdî kirîye. Digel vê tesîra nerênî bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî hin rê û derî li pêş afirandina vê qadê vebûne û xisûsen ji alîyê helbest û çîrokan ve. Di nivîskarîya çîrokên zarokan da Elaeddîn Seccadî çîroknûsekî pêşeng e ku bûye mijara vê meqaleyê. Wî di salên 1940î da şeş çîrok ji bo zarokan nivîsîne ku di vê meqaleyê da ev şeş çîrok li gorî pîvanên edebîyata zarokan hatîye nirxandin. Berî nirxandinê pêkarên edebîyata zarokan, mijar û rêbaza xebatê jî hatiye neqilkirin. Di encama nirxandinê da kifş bû ku Seccadî, li gorî ruhê serdema xwe di nav qalibên rastbînîya şikilî ya zarokan da çîrok nivîsîne ku em bi rahetî dikarin bibêjin hemkûfê çîroknûsên neteweyên di dewra xwe da bûye.
  • Öğe
    Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evînî yên Mêjûyî
    (2023) Subaşı, Kenan
    Destanên Evînî yên Mêjûyî cureyekî berbelav ê vegêrana gelêrî ya Kurdî ye. Evînên di van destanan da bi piranî trajîk in û evîndar nagihîjine hev û di dawîyê da dimirin. Trajedîya evînê bi piranî bi sebebên civakî pêk tên her weku cudahîya statuya çînî, cudatîya bawerîyê ya di navbera evîndaran da. Carinan ji ber zilm û zora desthilatdaran ev trajedî pêk tê. Lêbelê dema ku ev rûdan vediguherin vegêranên gelêrî, sebebên civakî tên sansurkirin û di şûna wan da karakter û motîfên weku fesad, bêbext û hîlekar tên afirandin. Me jî di vê xebatê da di çarçoveya vê mijarê da du destanên evînî yênmêjûyî yên bi navê Memê Alan û Xelîl Beg û Gewrê nirxandin. Li hêlekê me bala xwe da paşxaneya tarîxî ya van destanan û li hêlekê din jî me bala xwe da naveroka varyantên gelêrî. Em di dawîyê da gihiştin wê qenaetê ku Beko û Xelo du karakterên antogonîst ên van destanan hem fesad û bêbext in hem jî qurban in. Di nav çarçoveya vegêrana gelêrî da fesad û bêbext in. Lê di rastîya xwe da ew du qurbanên civak, îcraker û desthilatdaran in ku ji bo sebebên esil ên rûdanan sansur bikin hatine afirandin.
  • Öğe
    Bir İlk Roman Olarak Kilama Pepûgî Üzerine Bir Analiz
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, 2020) Yıldız, Pınar
    Na xebate de ma hewl da ke romanê yewin yê kirmanckî (zazakî) Kilama Pepûgî (2000) ser o analîzêk bikê. Na xebate destpêk û hîrê beşan ser o awan bîya. Destpêk de ma tarîxê vejîyayîşê romanî ser o vindertî û edebîyatê rojhelatî de bîlhesa edebîyatê kurdkî de romanî senîn dest pêkerdo, ser o vindertî. Rolê modernîzm û neteweperwerî romanî ser o esto. Coka beşê yewinî de ma tesîrê modernîzmî, neteweperwerî û folklorî yo ke romanî ser o esto ra ewnîyayî. Bîlhesa ma waşt bimojnê ra ke nê mefhuman nê romanê verênî ser o senîn tesîr kerdo. Seba ke Kilama Pepûgî, romanêko tarîxî yo ma beşê dîyinî de zî mefhûmê romanê tarîxî ser o vindertî û ma hewl da ke nê romanî zî sey yew romanê tarîxî analiz bikê. Beşê peyênî de zî ma no roman hetê unsuranê romanî ra analiz kerd. Çike zafê romanê verênî hetê unsuranê teknîkan ra wayîrê probleman ê û kalîteyêkê edebî ra dûrî yê. Ma waşt bimojnê ra ke Kilama Pepûgî de nê unsurê teknîkî senîn ameyê karardiş. Seba ke Kilama Pepûgî hem romanê yew dewrî yo hem zî romano yewin o ma analîz û rexneyê xo goreyê şert û mercê ê dewrî û tarîxê çapbîyayîşê romanî kerdî. Yanî perspektîfê ma ser o tesîrê têkilîya nuştox-eser-dewr bi. Seba ke ma waşt fikrêk bidî wendoxan ma peynîye de yew bîblîyografîya romananê kirmanckî îlawe kerdî. Yanî mabênê vîst serran de romanî ke bi kirmanckî nusîyayê û açarnîyayî, ma listeya inan îlaweyê na xebate kerdî.
  • Öğe
    BÎBLIYOGRAFYAYA TEZÊN MASTER Û DOKTORAYÊ YÊN BEŞÊN ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ Û ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ (2011-2020)
    (Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi, 2021) Yıldırımçakar, Ziyattin
    Ev gotar li ser tezên master û doktorayê ye ku di nav- bera salên 2012 û 2020an de, di beşên Ziman û Edebiya- ta Kurdî û Ziman û Çanda Kurdî de yên li Zanîngehên Tir- kiyeyê hatine amadekirin. Armanca me ji bo nivîsandina vê xebatê ew e ku em bîbliyografyayekê li ser van tezan amade bikin û li gorî biwaran wan rêz bikin ku kesên dixwazin ji wan îstîfade bikin bi rihetî xwe bigihîninê. Herçiqas bîbliyografyaya tezên heta sala 2018an berê hatibû çêkirin jî, me guncan dît ku piştî tezên doktorayê û gelek tezên masterê ên van herdu salên dawî, em xebateke din çêbikin. Me di vê gotarê de cih da tezên kurmancî, zazakî û çend hebên soranî û ew beş bi beş kategorîze kirin.
  • Öğe
    WERGEREKE JI EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ DI KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)
    (2021) Subaşı, Kenan; Direkçi, Lokman
    Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat (Sûrat) e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine nivîsîn) ye. Schamir ji bo rojhilatnasê Almanî Eduard Sachau (1845- 1930) xebitîye û gelek destxetên Fellîhî, Erebî û Kurdî (Gerşûnî) îstinsax kirine û ji Sachau re şandine. Yek ji van destxetan bi navê Sachau 200 li Pirtûkxaneya Eyaletî ya Berlînê-Mîrateya Çandî ya Prûsyayê (Staatsbibliothek zu Berlin-Preußischer Kulturbesitz) di nav koleksîyona Destxetên Rojhilat (Orientalische Handschriften) de hatiye qeydkirin. Di vê destxetê de digel ferhengokeke rêzimanî ya Erebî-Fellîhî-Kurdî çend hîkayet, çîrok, destan û kilam jî cih digirin. Di vê xebata me de em ê ji wan hîkayetan, a bi navê Şebê Şêst û Dû-Ji Çîroka Hezar Şeb û Şebek bixebitin ku weku wergera ji Erebî bo Fellîhî û Kurdî hatiye kirin. Ev destxet bi tevahî ji 66 wereqan pêk tê ku çîroka navborî ji wereqa 29v dest pê dike heya wereqa 33r dewam dike. Digel nasandina vê destxetê, di vê lêkolînê de çîroka me ya navborî hatiye latînîzekirin jî. Ji bilî wê, berawirdkirina vê çîrokê bi ya Erebî û wergerên din ên îroyîn re jî hatiye kirin. Di encama vê xebatê de wergereke ji zimanên bîyanî bo Kurdî ya ku di sala 1883yan de hatiye kirin, peyda bû û bi lêkolîneran re hat parvekirin.
  • Öğe
    Lêgerîna Kurmanciyeke Standard: Lêkolîneke Kalîtatîv bi Mamosteyên Zanîngehê yên Beşên Kurdî re
    (Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü, 29.11.2023) Yıldırımçakar, Ziyattin
    Mijara vê xebata kalîtatîv nêrînên mamosteyên beşên kurdî yên kurmanciya standard e û bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan dinirxîne. Hejmara beşdarên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Armanca vê xebatê ew e ku em nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin, derbarê standardizasyon û zimanê standard de werbigirin û nêrînên wan raxin ber çavan. Ev xebat ji vî aliyî ve giring e ku xebatên bi vî awayî kalîtatîv derbarê kurmancî û standardîzasyonê de hatine kirin di kurdî de kêm in, herwiha nêrînên akademîsyenan li ser standardîzasyon û kurmancî de wê çarçoveyekê ji me re çêbike derbarê stratejiyên me yên dahatû ji bo pêkanîna kurmanciyeke standard. Di lêkolînê de 6 tema derketin, herwiha bintema û kodên wan jî derketin. Di encama vê lêkolînê de derkete meydanê ku mamosteyên kurdî standardîzasyonê bi têgihîştina hevpar, nivîsandina hevpar û zimanê nivîsê terîf dikin. Nêrînên wan derbarê taybetî, çêbûn, pirsgirêk û çareseriyên kurmanciya standard derketin; dema marûzî kurmanciya standard dibin hestên erênî û neyînî di wan de çêdibin. Herwiha têgehên wekî kurmanciya nestandard û binavkirinên wekî kurdiya akademik, kurdiya nivîskî, kurdiya standard û kurdiya neakademîk derketin digel binavkirinên din û sedema çima hin kes kurdiya xwe (devoka xwe) wek heqîqî nabînin.
  • Öğe
    “Xwendineke Berawirdî ya Problema Xerabiyê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Othello ya Shakespeare de”
    (2017)
    Problema Xerabiyê problemeke herî kevnarê ye ku hem di qada felsefeyê de hem jî di qada olî de nîqaş li ser hatine kirin. Ev problem îro jî aktûelbenû xwe diparize û gelek nîqaşên felsefî û olî li ser vê probelmê têne kirin. Ev nîqaşên felsefîk û olî helbet di qada edebiyatê de jî wê xwe didin der. Di navbera Shakespeare û di Ehmedê Xanî de her çend di demên cuda de jiyabin jî ev problem ji hêla herduyan ve jî hatiye nîqaşkirin. Lê di çanda rojhilata navîn de bêtir di çerçoveya felsefeyê de ev nîqaş hatine kirin lewra em di Othello de bêtir rastî nîqaşên felsefîk tên. Lê ji ber ku çanda Rojhilat de di vê serdemê de bandora ol bêtir heye û şaîr û edîbên vê serdemê bêtir ji perwerdeya olî derbasbûne ev problem di Rohjilat de bêtir di çerçoveya ol de hatiye nîqaşkirin. Lewra em di Mem û Zînê de ev nîqaş problem bêtir di çerçovaya ol de hatiye nîqaşkirin. Di vê gotarê di çerçoveya problema xerabiyê de em ê jî van herdu berhemên edebî bidin berhev. Her çend di navbera van herdu berheman de ji aliyê edebî ve gelek xalên hevpar hebin jî em ê bêtir li ser problema xerabiyê hûr bibin, di encamê de wê bê dîtin ku ev problem çava di van herdu berhemên edebî de rengveda ye.
  • Öğe
    Weke Zimanekî Kêmar Serpêhatiya Statuya Zimanê Kurdî
    (Nûbihar AkademiPAK AJANS Yayıncılık, 2015)
    Ev gotar berê xwe dide vekolîna statuya zimanê Kurdî ya di nav dîrokê de. Statuya ziman bi fonksiyona ziman an ji bîkaranîna ziman ve eleqedar e. Ji bo statuya ziman taybetmendiyên sereke, statuya qanûnî, orjîna ziman, asta standardîzasyonê û zîndibûna ziman in. Ev taybetmendiyên statuya ziman bi rewşa siyasî, çandî, aborî û dîrokî ve girêdayî ne, bi bandora van diyardeyan statuya ziman, di nav kaniya demê de diguhere. Weke zimanekî Kêmar statuya zimanê Kurdî jî bi bandora wan diyardeyan hatiye guherîn. Li gor van yekan em ê hewl bidin li gor sê serdeman veguherînên di statuya zimanê Kurdî de digel minakên cîhanê analiz bikin. Ev sê serdem, serdema feodalîteyê, serdema netewe dewletê û serdema hilweşandina netewe dewletê ne. Di serdema feodaliteyê de ji ber ku patronaja mîrektiyan li ser zimanê Kurdî hebûye statuyeke siyasî û çandî ya zimanê Kurdî hebûye, di serdema netewe dewletê de, di encama prosesa modernizasyona Tirk de û bi têkçûyina mirektiya Kurdan ve zimanê Kurdî di bin zext û zordariyan de maye û statuya xwe ya sîyasi wenda kiriye. Di serdema hilweşandina netewe dewletê de bi sistbûna fikrên neteweperweriyê ve zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî jî sist bûne, lê di vê serdemê de ji ber sedemên civakî û aborî statuya çandî û civakî ya zimanê Kurdî di ber têkçûnê de ye.
  • Öğe
    Ji Aliyê Rêbaz û Etîka Zanistî ve Rexneyek li ser Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê
    (IJOKS, 2023)
    Abstract Methodology and adherence to scientific ethics are the two most important points for any work. These are the two points that make a work successful or weak. This article, in this framework, is a review of the Kurdish Working Group's Writing Guide published by the Mesopotamia Foundation in December 2019. It is understood from the book that this Guide is the result of several years of the Kurmanci Working Group’s work and was prepared with the participation of 20 academics / academically affiliated people. Although it has been prepared for several years, it can be seen that the work and the prepared Guide have serious problems in terms of scientific methods and ethics. Therefore, methodological problems and scientific ethics of the Guide and its preparation process have been evaluated in this article. Keywords: Kurdish, Spelling Guide, Kurdish Working Group, Methodology, Scientific Ethics
  • Öğe
    Positivism, Said Nursi And The Kurds
    (Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü, The Journal of Mesopotamian Studies, C: 4/1, Winter 2019)
    Positivism arose under specific conditions in France during nineteenth century, greatly affecting the philosophical thought of many Ottoman intellectuals. Many of intellectuals lived in exile because of policies carried out by Sultan Abdulhamid and came into close contact with positivism in France. These intellectuals believed that positivism could solve the problems that Ottoman society faced. They tried to adapt positivism to the specific conditions of their own society. The Kurdish Muslim scholar, Said Nursi also, learned about and keep with the thoughts, both in his hometown Bitlis, and in İstanbul. This paper claims that Said Nursi was intrigued by positivism. In this context, he presumed that Kurdish people should move ahead in social order and progress through education, which would make increase their welfare and happiness.
  • Öğe
    HACÎ QADIRÊ KOYÎ: DAMEZIRÎNER Û KESÊ DUYEM Ê KANONA EDEBÎYATA NETEWEYÎ YA KURDÎ
    (e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2022) Ergün, Zülküf
    Kanona edebîyata neteweyî yek ji xalên pevgirêdana edebîyat û sîyasetê ye ku di serdema modern da ji bo nûnertîya nasnameya çandî ya neteweyekê hatîye dahênan. Di edebîyata kurdî da cara pêşî Hacî Qadirê Koyî bingeha kanona edebîyata neteweyî datîne û Xanî wek bavê vê kanonê û xwe jî wek kesê duyem ê vê kanonê destnîşan dike. Ev gotar li ser vê mijarê hûr dibe û cih dide awayên kanonkirina Hacî Qadirê Koyî. Ji ber vê gotar ji weşanên pêşî yên kurdî behsa wan kesan dike ku dikevin bin karîgerîya ramanên Hacî Qadirî û wî wek kesê kanonîk dişayesînin. Piştî vê cih dide wan boçûnên ronakbîrên çeprew û neteweyî ku her yek ji alîyê xwe ve hewl didin li gor îdeolojîya xwe hizirên Hacî şirove bikin. Di xala sêyem da gotar bal dikêşe ser hin helbestvanên sedsala bîstî ku Hacî wek kesayetekî kanonîk şirove dikin û wî wek rêberê helbesta neteweyî nîşan didin.
  • Öğe
    ŞERHA TESEWIFÎ YA QESÎDEYA “BANGÊ WEYS” A KERBELAYÎ
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, 2022) Başçı, Veysel; Aykaç, Yakup
    Wisa tê bawerkirin ji nifşa tabi‘în Weys el-Qe- renî bi rêya xewn û rêyên menewî ji aliyê Hz. Pêxember ve hatiye îrşadkirin. Ji ber vê baweriyê, di rêya tesewifê de kesekî bêyî ku murşîdekî bi- bîne, bi rêya xewn yan jî bi rêyên menewî întisa- bê wî murşîdî bike hingê jê re Uweysî, ji wê rêya girêdana tesewifî re jî Uweysîtî hatiye gotin. Gelek şêxên navdar di dîroka tesewifê de bi navê Uwey- sî hatine naskirin. Yek ji van şêxên ku bi nasnavê Uweysî hatiye naskirin, avakerê terîqeta Neqşî- bendî, Şêx Muhemed Behauddînê Şahê Neqşî- bend e. Wî întisabê rûhaniyeta Şêx ‘Evdilxaliqê Ẋucdewanî kiriye û navlêka Uweysî girtiye ku di terîqeta Neqşîbendî de ev nasnav gelek giring e. Ji berê ve gelek şairên ehlê tesewifê di qesîde û me- dhiyeyên xwe de bi unwana Uweysî pesnê Şahê Neqşîbend daye. Yek ji wan şairan jî Şêx Muhe- medê Axtepî ye ku bêtir bi mexlesa xwe ya Kerbe- layî hatiye nasîn. Kerbelayî ji malbata Axtepiyan e û wek tê zanîn ew malbat di sedsala XIX-an de daye pey rêka Mewlana Xalidê Şarezorî û di nav terîqeta Neqşî-Xalidî de cih girtiye. Qesîdeya Ker- belayî ya bi redîfa “Bange Weys” hatiye nivîsîn ji hivdeh beytan pêk hatiye û dikare bê gotin ew yek ji wan qesîdeyên giring e ku kûrahiya şair di ede- biyata tesewufî de nîşan dide. Şair di vê qesîdeya xwe ya farisî de redîfa “Bange Weys” wek metafor û mecazeke guhêrbar bi kar aniye. “Bangê Weys” di wateya peyam û mîsyona Weys de ye ku şair ev metafor carna bi wateya heqîqî di şûna Weys el-Qerenî de xebitandiye û carna jî bi behskirina sifet û taybetiyên Şahê Neqşîbend îşaretî peyama wî ya gerdûnî kiriye. Şair ev metafor di çarçoveya edebiyata tesewifî de bi alîkariya îstîare, mecaz û kînayeyan di gelek wateyan de bi kar aniye. Me di vê nivîsarê de hewl da ku qesîdeya navborî digel taybetiyên wê yên edebî, li dor tesewifê şirove û rave bikin.
  • Öğe
    Hilweşangerî di Berhemên Hesenê Metêyî da
    (2022) Ergün, Zülküf
    Hesenê Metê yek ji wan nivîskarên kurd ên xerîbîyê ye ku xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî ya edebî ye. Nivîskar di bin karîgerîya postmodernîzmê da li dijî vegêranên mezin û binyadên sîyasî û îdeolojîk ên civak û edebiyata kurdî bi rêbaza xwe ya hilweşanger derdikeve pêş û bi vî alîyê xwe jî di edebîyata kurdî da cihekî resen ji xwe ra çê dike. Ev gotar ji bo nîşandana vî alîyê wî hatîye nivîsîn. Ji ber vê çar pirtûkên wî yên çîrokan û pênc roman û romanokên wî hatine vekolîn. Di encama vê vekolînê da derket ku nivîskar di piranîya çîrok, roman û romanokên xwe da binyadên gotara marksîst, serok û partîyên otorîter, nivîskarên qure, pêgîr û kêrnehatî, karakterên ronakger û gotara dînî hildiweşîne û bergeheke nû li ber edebîyata kurdî vedike. Metê dema vê dike hertim bi şêwazeke îronîk berê xwe dide van dîyardeyan û ji teknîka xewnê, berevajîkirina karakterên dîrokî û têkelkirina xewn û rastîyê sûd werdigire. Ji vî alîyî ve berhemên Hesenê Metêyî vekirî ne û rê li ber xwendevanên çalak vedikin da ku ew jî bibin beşek di afirandina manayên deqên edebî da.
  • Öğe
    Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jiyan û Berhemî, Îzedîn Mistefa RESÛL, Hewlêr: Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe, 1990, 231 rûpel.
    (2017) Ergün, Zülküf
    Ev pirtûk ji aliyê Îzedîn Mistefa Resûl ve hatiye nivîsîn û di 1990î de li Hewlêrê di “Çapxaney Darul Hîkme bo Çapkirdin û Billawkirdnewe”yê de hatiye çapkirin. Pirtûk ji 231 rûpelî, destpêkek, 14 beş û çavkaniyan pêk tê. Nivîskar di serî de çend gotar di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de derbarê Mela de belav kiriye û pêwîst dîtiye derbarê vî “helbestvanê rêber û binyaddanerê helbesta klasîk a kurdî” de xebateke serbixwe binivîse û wî bide nasandin.
  • Öğe
    TÜRKİYE’DE KÜRTÇE ÖĞRETMENİ: Yetiş(tir)me ve Kürtçe Öğretim Deneyimine İlişkin Bir Çözümleme
    (e-Şarkıyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2020) Kurt, Şehmus; Beltekin, Nurettin
    Türkiye’de anadili Kürtçe olan eğitimli ve aydın bir sınıf içte dil planlamasıolarak adlandırılabilecek faaliyetler çerçevesinde 1960’lı yıllardan itibaren Kürtçenin öğretilmesine yönelik çalışmalar yürütmüşlerdir. İlkin bağımsız ve plansız olarak yürütülen ilgili Kürtçe öğretim çalışmaları 1993 yılında İstanbul Kürt Enstitüsü’nün kurulmasından sonra daha kurumsal bir hal almıştır. 2009 yılından itibaren bazı devlet üniversitelerinde, 2012 yılından sonra da Milli Eğitim Bakanlığının ortaokulkademesinde seçmeli ders olan Kürtçe öğretimi böylece farklı düzeydeki öğrenci profiline hitap etmiştir. Kürtçe öğretim faaliyetlerinin en önemli bileşenlerinden biri hiç şüphesiz “Kürtçe öğretmeni”dir. Bu çalışmada Kürtçe öğretiminin değişen seyrine bağlı olarakniteliği değişen Kürtçe öğretmeninin “kim” olduğu, nasıl bir eğitimden geçerek Kürtçe öğretmeni olduğu üzerinde durulmuştur. Nitel araştırma deseninde yer alan çalışmada veri toplama amacıyla “Derinlemesine Görüşme” tekniği kullanılmıştır. Çalışma çerçevesinde otuz üç Kürtçe öğretmeni ile görüşme gerçekleştirilmiştir. Araştırma sonucuna göre ilkin sistematik bir eğitimden geçmeden kendi kendini yetiştiren kişilerin yaptığı ve maddi getirisi olmayan bir uğraş olan Kürtçe öğretmenliği, sonradan pedagojik formasyon eğitimleri ile hem bir sistematik kazanmış hem de maddi getirisi olan profesyonel bir meslek olarak yapılmaya başlanmıştır.