ELAEDDÎN SECCADÎ Û NIRXANDINA ÇÎROKÊN WÎ YÊN JI BO ZAROK Û NÛCIWANAN LI GOR PÎVANÊN EDEBÎYATA ZAROKAN

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2022

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Edebîyata zarok û nûciwanan weku binbeşeke edebîyata modern digel vebûna dibistanên modern dest pê kir û amanca sereke di serî da her çiqas perwerdekirina zarokan û hînkirina wan a xwendinê be jî îroj bi gelek rîş û şaxên xwe ev celeb edebîyat bûye qadeke berfireh û pirberhem. Ji ber ku mafê Kurdan ê perwerdeyê heya îroj jî nehatîye dayîn yan jî lokal û parçekirî bûye, xwînerîya di temenê zarokatîyê da jî gelek qels maye. Bivê nevê vê yekê tesîreke nerênî li geşekirina edebîyata zarokan a bi Kurdî kirîye. Digel vê tesîra nerênî bi taybetî li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî hin rê û derî li pêş afirandina vê qadê vebûne û xisûsen ji alîyê helbest û çîrokan ve. Di nivîskarîya çîrokên zarokan da Elaeddîn Seccadî çîroknûsekî pêşeng e ku bûye mijara vê meqaleyê. Wî di salên 1940î da şeş çîrok ji bo zarokan nivîsîne ku di vê meqaleyê da ev şeş çîrok li gorî pîvanên edebîyata zarokan hatîye nirxandin. Berî nirxandinê pêkarên edebîyata zarokan, mijar û rêbaza xebatê jî hatiye neqilkirin. Di encama nirxandinê da kifş bû ku Seccadî, li gorî ruhê serdema xwe di nav qalibên rastbînîya şikilî ya zarokan da çîrok nivîsîne ku em bi rahetî dikarin bibêjin hemkûfê çîroknûsên neteweyên di dewra xwe da bûye.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Edebîyata Zarokan, Çîrok, Elaeddîn Seccadî, Perwerde, Rastîya Zarokan

Kaynak

The Journal of Mesopotamian Studies

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

7

Sayı

2

Künye

Subaşı, K.; Meral, A.; Akhan, B. (2022). Elaeddîn Seccadî û Nirxandina Çîrokên Wî Yên Ji Bo Zarok û Nûciwanan Li Gor Pîvanên Edebîyata Zarokan, The Journal of Mesopotamian Studies, 7 (2), ss. 220 - 242.