EFSANEYÊN LI GUNDÊ XIRABÊ SOSINA YÊ HEZEXÊ

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2024

Yazarlar

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Efsane, cûreyek ji vegeranên gelêrî ye. Efsane di jiyana gel de cihekî taybet digirin. Efsane ji heyamên bere heta bi roja me hatine. Mîna pirrekê, nifşen kevn û nifşên nû bi hev ve girê dide. Efsane di zimanên Ewrûpî de weke “legend” tê zanîn. Efsane ne çîrokên tewşo mewşo ne. Efsane di heman deme de bawerî ye û rastî ye. Di her civakê de efsane tên gotin. Wekî her civakê li gundê Xirabê Sosina jî gelek efsane tên gotin. Em jî di vê xebatê de li ser efsaneyên ku li Xirabê Sosina tên gotin sekinin. Wekî her deverê cîhanê Xirabê Sosina jî ji aliye efsaneyan ve cihekî dewlemend e. Me xebata xwe li ser sê beşên bingehîn ava kir. Di beşa yekem de me di derbarê Xirabê Sosina de agahî dan. Di beşa duyem de em li ser pênaseya efsaneye, avabûna efsaneye, fonksîyonên efsaneye, xebatên li ser efsaneye û beşên efsaneye sekinin. Di beşa sêyem de jî me deşîfrasyona deh heb efsaneyên li Xirabê Sosina hatine berhevkirin, kir. Di encama xebata xwe de me dît ku li Xirabe Sosina pir efsane li ser Girê Êlim he-ne. Efsaneyên li ser Girê Êlim hemû taybetiyên efsaneyên gerdunî di xwe de di-hewînin. Li Xirabê Sosina 11 heb efsane hatine tomarkirin. Ji efsaneyên ku hatine to-markirin, 1 heb (Pepûk) jê efsaneya gerok e; 10 heb jî efsaneyên herêmî ne. Pirraniya efsaneyên hatine tomarkirin li ser zîyareta/tirbeya ne. Di efsaneyên hatine berhevkirin de pêkera herî xurt bawerî ye. Dîsa hat dîtin ku çavkanî, efsaneyan wekî çîrokên bere-dayî nabîne. Bi rastî û bi dil û can bawer dike. Ji efsaneyan bawer nekirin guneh e.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Berhevkirin, Efsane, Xirabê Sosina, Girê Êlim

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye

Akın, A. (2024). Efsaneyên li Gundê Xirabê Sosina yê Hezexê. Yayınlanmamış Tezsiz Yüksek Lisans Projesi. Mardin: Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü.