DI EDEBIYATA KURDÎ DE FOLKLOR û ROMAN LI DOR TEXEYYULÊN BERÊ RÊÇÊN ÎROYÎN

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2013

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Ev xebat, li ser têkiliya folklor û romanê hûr dibe. Xasma bala xwe dide hin destan û çîrokên edebiyata kurdî ya gelêrî ku dema ew dibin roman, ka li pirsgirêkên çawa dilikumin. Daxwazeke din a vê xebatê jî ew e ku rengê fêhma civakî û hunerî ya van pirsgirêkan nîşan bide. Bêguman payebilindkirina çand û zimanê gelêrî ya ji aliyê mêleke neteweperwer ve, tiştekî nû nîne; di van dewran de ew wek cewherê milet, warê hundurîn ê saf hat qodkirin. Tiştê nû ev e ku di van 15-20 salên dawîn de vê mêlê, bi awayekî lezgîn di nav forma romanê de ji xwe re hêlînek çêkiriye. Rêjeya hebûna van romanan delîla herî berbiçav a vê rewşê ye. Rastiyeke peyva “serdema romanê” heye. Belê, daxwaza romannûsîneke (fantazmaya romanê) ku nayê zeptûreptkirin jî heye; û nivîskarê kurd dixwaze bibe parçeyekî vê pêvajoyê. Lêbelê heman daxwaz, techîzad û cinekî afirandinê jî şert dike. Di tunebûna van de, romanên ber dest jî dema xwe li tengala kêmasiyên civakî te’rîf dikin, lingên wan ji zemînekî hunerî dişemite, dikeve ser erdeke civakî. Her hal ji ber vê yekê ye ev romanên ku hatine tehlîlkirin li dor temayên wek hafizeya civakî, nasnameya netewî, leheng û mîtên dîrokeke resen a milet, berterefkirina kêmasiyên dîrokî, bawerî û olên heterodoks ên mezlûm çerx didin. Ev roman bi vî awayî ji îlhama xwe (ji forma destanê) dûr dikevin, lê mirov nikare bibêje ku taca kûrahiyeke psîkolojîk, kamilbûneke malê tecrubeyên kesane, ezmûn û lêgerîneke nûjen dikeve serê wan.. Belkî çiye ku ev berhem li ber şîpanka romanê bendewarî hundir in, – ji ber ku ji hewcedariyên romanê hinekî dûr in– mirov ji van re bibêje epîroman dê rasttir be. Eşkere ye ku di navbera du aşan de –îlham û dilxwaza xwe de– mane. Ji aliyê din ve ew refleksa nivîsendeyî ya ku nivîsandinê dike karekî gergûhêz, hinekî din vî karakterê epîromanê dermale dike. Ji ber ku li homatê pêşaniyeke “em çawa binivîsin” bêtir “em çi binivîsin” heye. Di rûdana vê pêşaniyê de roleke mezin a vê fêhmê heye ku nivîskarê kurd –qey nebe ew ên xwediyê van berheman– xwe wek rewşenbîrek, heta wek rewşenbîrekî çanda berxwedanê dibîne. Diyar e nivîskarê kurd, dema li ser navê gel xeber dide, dixwaze wî perwerde jî bike. Helwesta ‘mirov çi an çima binivîse’, bi rehetî dibe mijara derseke dîrokî; mijara ku tê navgînîkirin (pergalîkirin) jî ber bi laşekî pedagojîk ve rê dipîve. Tam di vê kêliyê de tê tesewirkirin ku destanên folklorîk di hundirê xwe de, li ser navê dersên dîrokî û pêşniyazên pedagojîk, mînakên rast û çewt dihewînin. Ji hêleke din ve himbêzkirina folklor û çîrokên berê, rêkurtkeke kêrhatî ye ji bo “avakirina tradîsyoneke edebî”. Ev helwest, bawer dike ku ne tenê xisarên ji qedexe, zimankujiyan welidîne têk dibe, di heman demê de, tirs û endîşeya “ev tişt dê bimirin”, “zeman dê wan daqurtîne” jî berteref dike. Belkî tam di vê kêliyê de em şahid dibin ku qîmetdayîneke ku nivîs ne layîq e tê pê. Ewladên vî miletî ku bawer dike gelê wî “kêm carî” dest biriye pênûsê, vê ewdê dike: Binivîse, ku neyê jibîrkirin! Binivîse, nivîsandin di vê çandê de bi serê xwe fezîletek e!.. Lê bizatihî ji mînakên nivîsandî diyar e ku di her hal û karî de ev muteberî bi dest nakeve. Ji ber ku nivîs, destpêkek e. Taybetiya ku gewdeya wê pêk tîne, cewhera wê ye. Rabirdûya ku wek embara tecrubeyan tê dîtin, komek endîşeyên îroyîn ên ku di dor texeyyûlên wê de çerx didin, tîne meydanê. Hewl û tevgera nivîskarê ku dixwaze endamên komeleya wî hin tiştan jibîr neke jî ji kokên “hafizeya kultûrî”, “nasnameya civakî” re avdaniyê dikin. Li vir, rabirdû cardin dibe objeyek. Lewra mafê xwe yê ku “pê neyê lîstin, li gor armancekê neyê bikaranîn” winda kiriye. Mimkûn e ku mirov siyaseten bi pirsgirêkên bikaranîna rabirdûyê re serî derxe, lê wisan dixwiyê mirov nikare çavê xwe ji qusûrên edebî re bigre. Dema ji vê embarê, tiştên li gor daxwaza dil tên neqandin, berî ku ew tişt derkevin ber ronahiya rojê, etîketek jî li ser tê danîn. Rast e, wek ku teorîsyenên netewetiya kultûrî jî bal dibin ser, di avakirina nasnameya netewî de roleke romanê heye, lê di edebiyata kurdî de bikaranîna embara vê rabirdûyê bêtir çav dike navgînîkirineke sekûler. Lêbelê hindik jî be –niha romanek– mînakên navgînîkirineke bawermend jî hene. Ya pêşîn, bê ku binyada sosyo-psîkolojîk a lehengan li ber çavan bigre, rabirdûyê di nav çandeke saf a winda de bi nav dike û dersa xwe wisa dide; ya din jî rabirdû û lehengên wê bi fezîletên dînê nû –îslam– cil û berg dike. Telafîkirina kêmasiyên dîrokî yên bi vî awayî, vê neqlê bi xwe re hin xisarên estetîkî tîne. Ji ber ku dema mesafeya navbera duh û îro hindik dibe û duh nêzîkî îro dibe, nivîskarê kurd ê ku bi sedemetî û sînorkirina vebêjer qaîl nabe û dest ji otorîteya nivîskariyê naşû, berê keştiyê dide nav anakronîzmên zimanî û dîrokî. Lê ne tenê ev e jî. Lehengên romanan çiqas ji niyetên nivîskar muessîr bibin, çiqas di nav qeyranên temsîl û nasnavê de rû bidin, ewqas bêtaqettir têne çavê me. Di rastiya wan a çîroksazî de qelşên mezin der dibin. Jixwe çiye ku ev berhem objeya îlhamê bi behreyeke nivîskariyê re neguherîne û himbêza xwe ji awirekî nû yê teze re venekirine têra xwe qebehetekî mezin kirine; îcar bi ser de jî ku lehengên wan di destê nivîskar de bibine xetîbekî li dijî tebîet û mîzaca xwe, ji aliyê edebî ve ev hebe nebe, korerêyek e. Hindik bin jî di edebiyata kurdî de hin mînakên serkeftî hene ku folklorê di nav manewrayên afirîner ên edebî de, bi birrek peykên wek întertekstûelî, parodî û îroniyê cardin saz kirine. Lêbelê çiye ku ji çavkaniyên xwe bi temamî cihê ne, ew nebûne mînakên yekemîn ên vê xebatê. Dîsa jî bi niyeta ku bersiva vê pirsê bide qala hinekan hate kirin: Gelo bi riya birrek manewrayên nû û afirîner ên edebî, ji folklorê îstifade mimkun e? Ev tev, vê xebatê ber bi têgehên deyndarî warên wek sosyolojî, antropolojiyê ve dahf didin. Lewra ger xebateke ku xwe nêzîkî sosyolojiya edebiyatê dibîne derketibe meydanê, ev ne xerîb e. Jixwe ne wisan bûya dê peyv û bêjeyên wek folklor, hafizeya civakî, nasnav, duh, niha, dîrok, netewetî, temsîl, roman, epîroman, nivîsende, nivîskarê kurd evçend derneketana pêş.
Bu çalışma, folklor ve roman arasındaki ilişkiye yoğunlaşmaktadır. Özellikle Kürt halk edebiyatının kimi destan ve hikâye örneklerinin romana dönüşme sürecindeki sorunlarına eğilmekte, bu sorunlara renk veren toplumsal ve sanatsal algıyı anlamaya çalışmaktadır. Kuşkusuz modern zamanların milliyetçi bir eğilimi olarak halk kültürünün ve dilinin yüceltilmesi, ulusun özü, saflığın iç alanı olarak kodlanması, yeni bir şey değil. Yeni olan, Kürtlerin son 15-20 yıl içinde bunu, çağdaş bir form olan romana hızla dönüştürmeleridir. Yazılan romanlarda, bu tarzın önemli bir yekûn oluşturmaya başlaması, bunun en belirgin kanıtı. Evet, bir “roman çağı” gerçeği var. Evet, dizginlenemez bir roman yazma arzusu (roman fantazması) da var ve Kürt yazarı bunun bir parçası olmayı istiyor. Ama aynı arzu, bir techizat ve yaratma cinini de gerektiriyor. Bunların yokluğunda, hali hazır roman örneklerinin toplumsal eksiklikler üzerinden kendini tanımlamaya çalışması, sanatsal bir zeminden çok, toplumsal bir zemine denk geliyor. Bundan olsa gerek bu roman örnekleri toplumsal hafiza, ulusal kimlik, ulusun tarihinin otantik mit ve kahramanları, tarihsel eksikliklerin yazı yoluyla bertarafı, haksızlığa uğramış heterodoks eski inançları bugünün bilincinden okuma gibi temalarla uğraşıp durmaktadır. İlham aldıkları eski formdan (destan) uzaklaşmaktalar uzaklaşmalarına, ama romanın gerektirdiği psikolojik derinlik, kişisel deneyim aracılığıyla olgunlaşma, deneysellik ve yenilik arayışı özellikleriyle taçlandıkları da söylenemez. Belki roman eşiğinde bekletilmek zorunda kaldıkları için bu yapıtlara epiroman demek en doğrusu. Çünkü beslendikleri ilham ile olmak istedikleri şey arasında kaldıkları görülüyor. Bu örneklere yön veren yazman refleksinin, yazmayı geçişli bir eyleme dönüştürmesi, sözkonusu epiroman karakterini besleyen başka bir tutum. Zira ortada nasıl yazmalıdan çok ne yazmalı önceliği var. Bu önceliğin ön plana çıkmasında Kürt yazarının (en azından bu roman örneklerini kaleme alanların) kendini bir aydın, bir direniş kültürü aydını olarak konumlandırmasının büyük rolü var. Besbelli Kürt yazarı, adına konuşmaya çalıştığı halkı eğitmek de istemektedir. Ne veya niçin yazmalı tutumu, tarihsel bir dersin rahatlıkla konusu haline gelmekte; araçsallaştırılan konu pedagojik bir vücut bulmaya doğru yol almaktadır. Tam bu noktada özellikle destanların bu tarihsel derse ve gerekli pedagojik önermeye örnek olacak doğruları ve yanlışları barındırdığı düşünülmektedir. Öte yandan “kendine ait bir edebi gelenek yaratma”nın en kestirme yollarından biri olarak görülmektedir folklora, geçmişin hikâyelerine sarılma. Bu girişim sadece yasaklamalardan, dilkırımlarından doğan kayıpların kapatılması endişesini gidermiyor, aynı zamanda, bu eylemin gerçekten folklorik mirası “yok olma tehlikesi”nden kurtardığına da inanmaktadır Kürt yazarı. Tam da bu noktada, her zaman “az” yazdığını düşünen bir halkın, yazıyı hak etmediği kadar yücelttiğine tanık olmaktayız: Yaz ki unutulmasın! Yaz, yazmak bu kültürde başlı başına bir değer!.. Ama yazıya geçirilenlerin her halükarda değer kazanacağı beklentisinin çok da geçerli olmadığını bizatihi yazılanlar göstermektedir. Çünkü yazmak, sadece bir başlangıç. Bunun gövdesini belirleyen ise içine katılmış cevherdir. Geçmişin bir tecrübeler ambarı olarak görülmesi, onun tahayyülleri etrafında bugünden beslenen bir dizi endişeyi katıyor. Yazarın seslenmek, konuşmak istediği muhayyel cemaatin üyelerine neyi unutmamaları gerektiğini telkin etmesi de “kültürel bellek”, “toplumsal aidiyet” dediğimiz eylemlerin köklerine su taşıyor. Burada geçmiş bir kez daha nesne haline gelir, çünkü “kullanılmama” hakkını kaybetmiştir. Geçmişi kullanmanın bugün üzerinden yapılmasının yarattığı sorunlarla siyaseten baş etmek mümkünken, edebi açıdan yarattığı kusurlara gözlerini kapamanın öyle kolay olmadığı görünüyor. Ama bu ambardan istediğini seçerken, bu tutumun seçtiği şeye bir etiket vurarak gün ışığına çıkardığını da görüyoruz. Evet, kültürel ulus kuramcılarının da işaret ettiği gibi ulusal kimlik inşasında romanın bir rolü var; ama bu geçmiş ambarının kullanım şekli, Kürt edebiyatında daha çok seküler bir araçsallaştırmaya göz kırpıyor, yine de az da olsa dini inançlı reflekslerle yapılan örnekleri de var. Biri, kahramanların sosyo-psikolojik yapısını düşünmeden geçmişi, kayıp saf bir kültürün kodlarıyla okuyup dersini verirken, öteki de geçmişi ve kahramanlarını yeni dinin –islamın– faziletleriyle donatmaktadır. Tarihsel eksikliklerin bu şekilde telafisi, bu kez beraberinde estetik hasarları getirmektedir. Zira geçmiş ve şimdinin arasındaki mesafe azalıp dün bugüne yaklaştıkça, yazar otoritesini bir anlatıcı sınırlılığına ve nedenselliğine bırakmayan Kürt yazarı, dilsel ve tarihsel anakronizmlere dümen kırmaktadır. Sadece bu da değil. Kendi niyetini roman kahramanlarına bulaştırdıkça, onları kendi fikirlerinin düz araçlarına dönüştürdükçe, beliren kimlik ve temsil krizleri içinde, kahramanlar göze daha bir güçsüz görünmekte, kurmaca gerçekliklerinde derin yarıklar açılmaktadır. İlham alınanın olay örgüsünün bir yazarlık becerisiyle değişikliğe, taze bir bakış açısıyla yeniliğe kucak açmaması yeterince bir handikap iken, üstüne bir de kahramanların yazar elinde kendi doğalarının yabancı olduğu bir hatibe dönüşmeleri, edebi açıdan çıkmaz bir sokağı işaret ediyor. Folkloru, yaratıcı yazma manevraları olan bir dizi metinlerarasılık, parodi ve ironiye tabi tutmanın Kürt edebiyatında az da olsa örnekleri var. Ama bunlar zaten etkilendikleri yapıdan büsbütün ayrı oldukları için, bu çalışmanın birincil örneklerine dönüşmediler. Yine de kimilerinden folklordan yaratıcı, yeni, bir dizi edebi manevra aracılığıyla yararlanılabilir mi sorusuna bir yanıt verirler düşüncesiyle bahsedildi. Tüm bunlar, bu çalışmayı sosyoloji, antropoloji gibi alanlardan alınan kimi kavramlarla düşünmeye itiyor. Dolayısıyla ortaya tarz itibariyle kendini edebiyat sosyolojisine yakın hisseden bir çalışma çıkmışsa, bu yadırganacak bir şey olmamalı. Öyle olmasa folklor, toplumsal bellek, kimlik, dün, şimdi, tarih, milliyetçilik, temsil, roman, epiroman, yazman, Kürt yazarı gibi sözcükler bu kadar ön plana çıkmazdı.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Folklor, hafizeya civakî, duh, îro, dîrok, netewperwerî, roman, epîroman, nivîsende, nivîskarê kurd, temsîl., Folklor, toplumsal hafıza, geçmiş, bugün, tarih, milliyetçilik, roman, epiroman, yazman, Kürt yazarı, temsil.

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye

ÇEÇEN, R. (2013). DI EDEBIYATA KURDÎ DE FOLKLOR û ROMAN LI DOR TEXEYYULÊN BERÊ RÊÇÊN ÎROYÎN. Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE