HÊMANÊN ÎRANÎ YÊN DÎROKÎ Û MÎTOLOJÎK DI MEM Û ZÎN’A EHMED’Ê XANÎ Û DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2019

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Peywendiya esasî di navbera gelê kurd û faris û herwiha ziman û edebiyata van herdû gelan de nayê înkarkirin. Herwiha di navbera hemû gelên ku di Rojihilata Navîn de jiyane û dijîn, serbboriyên dîrokî û mîtên hevpar hene û ji ber ku kurd û fars di coxrafyayeke hevpar de jiyane, zimanê herdû milletan jî ji yek malbatê ne, ev peywendî di nabera faris û kurdan de xurttir xuya dike. Wek mînak jî meriv dikare behsa Mîtên wek Dehak û cejna Newrozê bike. Û vê meseleyê li ser edebiyatê jî bandor daniye û em dikarin bêjin du edebiyat, bi du zimanan hatine hûnandin ku naverok û mijarên li ser hêmanên hevpar pêk hatine. Ji ber vê yekê jî berhemên edebî yên kurdî û farsî bi taybet yên kilasîk gelekî dişibine hev û heta bigre mijar û navê hin berheman tam wek hev e. Wek mînak jî mirov dikare behsa Leyla û Mecnûn, Şêxê Sen‟an, Yûsuf û Zulêyxa û hwd bike. Heke em berhemên edebiyata Rojhilata Navîn û bi taybet edebiyata kilasîk ya vê cografyayê binêrin, bandora hêmanên dîrokî û mîtolojîk bi taybet ên ku girêdayî vê cografyayê ne, li ser van berheman pir eşkere ye û heta bigre hin berhem li ser esasê bûyerên dîrokî û yan jî li ser bingeha hêmaneke mîtolojîk hatine hûnan û avakirin. Xêncî ku edebiyata kurdî ya kilasîk ji edebiyata farsî û Îranê îlham girtiye, gelek hêmanên dîrokî, çandî, Mîtolojîk, zimanî û hwd ên îranî û girêdayî coxrafyaya Îranê, di helbestên helbestvanên kilasîk ên kurd de reng vedane. Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî jî wekî du stûnên sereke yên edebiyata kurdî ya kilasîk, di bin bandora helbestvanên fars û edebiyata farsî de bûne û wextê ku em berhemên wan dinêrin, ev yek bi eşkereyî xuya dike. Me hewl daye di vê lêkolînê de, hêmanên îranî yên dîrokî û mîtolojîk di nav du şaheserên kurdî ên kilasîk ango Mem û Zîn‟a Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî de bidin xuyakirin û wan bi awayekî berfireh bidin ber lêkolînê û şîrove bikin. Bêyî ku mirov ji ziman, çand, mîtolojî, dîrok û edebiyata farsî tê bigihîje, dibe ku fêmkirina berhemên kilasîk ên kurdî jî pir zehmet be. Ji ber vê yekê jî em hêvîdar in ku bi vê lêkolînê, peywendiya navbera edebiyat, mîtolojî, dîrok, çand û zimanê farsî û kurdî zêdetir ron bibe û berhemên kilasîk ên kurdî bi taybet ev du eserên giranqedir (Dîwana Mela û Mem û Zîn‟a Xan‟) baştir bêne fêmkirin.
Kürtler ve Farslar arasındaki temel ilişki; dolayısıyla bu iki halkın dil ve edebiyatları arasındaki ilişki de inkar edilemez. Öyle ki Ortadoğu‟da yaşamış ve yaşayan bütün halklar arasında tarihi yaşanmışlıklar ve ortak mitler bulunmakta olup Kürt‟ler ve Fars‟lar ortak coğrafyada yaşadıklarından ve dilleri de aynı dil ailesine mensup olduğundan iki halk arasındaki bu ilişki daha belirgindir. Örnek niteliğinde bir mit olarak Dehak‟tan ve Newroz Bayramı‟ndan söz edilebilir. Bu usül edebiyata da etki etmiş olup ortak içerik ve konulardan oluşmuş iki edebiyat iki dil ile örülmüş denilebilir. Bu sebeple özellikle klasik eserler olmak üzere Kürtçe ve Farsça edebi eserler birbirlerine çok benzemekte hatta bazı konu ve eser isimleri tam olarak birbirinin aynısıdır. Örnek olarak da Leyla ile Mecnun, Şêxê Sen‟an, Yusuf ile Züleyha vb eserler verilebilir. Eğer Ortadoğu edebiyatı eserlerine, özellikle de bu coğrafyanın klasik edebiyatına bakılırsa, özellikle bu coğrafyaya bağlı olan tarihi ve mitolojik öğelerin bu eserler üzerindeki etkisinin çok belirgin olduğu görülür, hatta bazı eserler, tarihi olaylar temelinde ya da mitolojik bir öğe temelinde kurgulanmış ve yaratılmıştır. Klasik Kürt edebiyatının Farsça ve İran edebiyatından ilham almış olmasının ötesinde; İrani ve İran coğrafyasına bağlı tarihi, kültürel, mitolojik, dilsel vb birçok öğe Kürt şairlerin klasik şiirlerinde yer edinmiştir. Klasik kürt edebiyatının iki temel sütunu niteliğinde olan Ehmedê Xanî ve Melayê Cîzîrî‟nin de eserlerine bakıldığında Fars şairler ve Fars edebiyatının etkisinde kalmış oldukları belirgin bir şekilde görülür. Bu araştımada, klasik Kürt edebiyatının iki şaheseri olan Ehmedê Xanî‟nin Mem û Zîn‟i ile Melayê Cîzîrî‟nin Divanı‟nda tarihi ve mitolojik İrani öğeleri göz önüne sermeye, geniş bir araştırmaya tabi tutmaya ve yorumlamaya çalıştık. Fars dili, kültürü, mitolojisi, tarihi ve edebiyatına yeterince hakim olamamak klasik Kürt eserlerini yeterince anlamak konusunda zorlayıcı olabilir. Bu sebeple, bu araştırma ile Kürt ve Fars edebiyatı, mitolojisi, tarihi, kültürü ve dili arasındaki ilişkinin daha da aydınlatılması ve Kürtçe klasik eserlerin özellikle de pahabiçilmez bu iki eserin (Mela‟nın Divanı ve Xanî‟nin Mem û Zîn‟i) daha iyi anlaşılmasını umut ediyoruz.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Mît- Mîtolojî- Dîroka Îranê- Mem û Zîna Ehmedê Xanî- Dîwana Melayê Cizîrî, Mit-Mitoloji- İran Tarihi- Ehmedê Xanî‟nin Mem û Zîn‟i- Melayê Cîzîrî‟nin Divanı

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye

BEROUKI MILAN, M. (2019). HÊMANÊN ÎRANÎ YÊN DÎROKÎ Û MÎTOLOJÎK DI MEM Û ZÎN’A EHMED’Ê XANÎ Û DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE. Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE