Surrealîzm di Çîrokên Helîm Yûsiv de

dc.contributor.authorKeskin, Gülbahar
dc.date.accessioned2023-12-12T10:08:45Z
dc.date.available2023-12-12T10:08:45Z
dc.date.issued2023en_US
dc.date.submitted2022-01-14
dc.departmentMAÜ, Fakülteler, Edebiyat Fakültesi, Kürt Dili ve Edebiyatı Bölümüen_US
dc.description.abstractSurrealîzm rêbazeke ku di serê sedsala XXan de li Fransayê derketiye û wekî bizavekê hatiye sazkirin. Surrealîzm ji peyva surreel (derî rasteqînê) hatiye dariştin ku ev peyv bi Fransî ye. Otomatîzma giyanî ya xwerû ye ku armanc ew e ku bi riya gotin an nivîsandinê xebatên rasteqîn ên ramanê derbixe meydanê. Bi guherînên rewşa dinyayê di edebiyat û hunerê de jî guherîn çêdibin. Hin rêbaz cihê xwe didin rêbazek din. Surrealîzm jî piştî dadaîzmê derdikeve meydanê. Pêşengên vê rêbazê bi manîfestoyekê surrealîzmê îlan dikin û bi demê re di edebiyatê de bi piranî jî di helbestan de, di wêne, şano û sînemayê de berhemên surreal tên çêkirin. Di roja me de di hunera wêne û sînemayê de hêmanên surreal pirtir tên bikaranîn. Di edebiyata kurdî de jî em di metnên hin nivîskaran de rêçên surrealîzmê dibînin. Ji wan nivîskaran yê ku berhemên wî ji aliyê surreal ve li pêş in Helîm Yûsiv e. Helîm Yûsiv çîroknûs û romannûsekî ku di sala 1991an de berhema xwe ya yekem dide, di metnên xwe de pala xwe dide binhişî û zarokatiya xwe. Yûsiv di nivîsên xwe de hêmanên surreal wekî derasayîbûn, guherîn/metamorfoz, derhişîtî, dînîtî, xewn û xeyal û berevajîbûnê pir bikar tîne ku ev taybetmendiyên esasî yên vê rêbazê ne. Di xebatê de piştî pênaseya rêbaza surrrealîzmê danasîna nivîskar hatiye kirin. Derketina vê rêbazê û dîroka wê bi sedemên bingehîn hatine ravekirin. Pêşeng û nunerên surrealîzmê û rê, rêbaz û teoriyên ku ji aliyê surrealîstan ve hatine bikaranîn di binbeşa pênaseya surrealîzmê de hat zelalkirin. Berhemên Helîm Yûsiv yên çîrokan hatin lêkolînkirin û çîrokên ku hêmanên surreal dihewînîn hatin diyarkirin. Çîrokên ku hêmanên surreal dihewînin bi taybetmendiyên xwe di çarçoveya hêmanên vê rêbazê de hatin nîşandan û şîrovekirin.en_US
dc.identifier.urihttps://hdl.handle.net/20.500.12514/4567
dc.institutionauthorAcar, Hayrullah
dc.language.isokuen_US
dc.publisherMardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsüen_US
dc.relation.publicationcategoryTezen_US
dc.rightsinfo:eu-repo/semantics/openAccessen_US
dc.subjectHelîm Yûsiv, Surrelaîzm, Çîrok, Derasayîtî, Dînîtîen_US
dc.titleSurrealîzm di Çîrokên Helîm Yûsiv deen_US
dc.typeMaster Thesisen_US

Dosyalar

Orijinal paket
Listeleniyor 1 - 1 / 1
Yükleniyor...
Küçük Resim
İsim:
Gülbahar Keskin-Proje.pdf
Boyut:
587.74 KB
Biçim:
Adobe Portable Document Format
Açıklama:
Lisans paketi
Listeleniyor 1 - 1 / 1
Küçük Resim Yok
İsim:
license.txt
Boyut:
1.44 KB
Biçim:
Item-specific license agreed upon to submission
Açıklama: