Kürt Dili ve Kültürü ABD - Tezsiz Yüksek Lisans Proje Koleksiyonu

Bu koleksiyon için kalıcı URI

Güncel Gönderiler

Listeleniyor 1 - 20 / 119
  • Öğe
    JÎ ALÎYÊ USLÛB Û NAVÊROKÊ VE NÎRXANDÎNA MEWLÛDA MELA MUHAMMED EMÎNÊ HEYDERÎ
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Ergin, Muzaffer
    Di vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî (kurmancî) Mewlûda Mele Muhammed Eminê Heyderî hatiye kirin. Mewlûda Heyderî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr’anê zarok hînê mewlûda wî dibin û Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin, ji ber vê di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Heyderî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di xebatê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Heyderî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Heyderî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn.
  • Öğe
    DI DENGBÊJÎYÊ DE MÎNAKA DENGBÊJ ŞAKIRO
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Abdurrezzak DAĞ
    Ev xebat li ser Dengbêjîyê û jiyana hunerî ya hunermendê kurd Dengbêj Şakiro ye. Jiyan û huner bi derdorê re watedar dibe. Bêyî wan û famkirina derdorê ew jiyan û huner jî bêwate dibe. Ji ber vê yekê di beşa yekem de kurtenêrînek li ser wateya Dengbêjîyê û çandî hatiye kirin. Di beşa duyem de li ser têkîlîya Dengbêjîyê û edebiyat, çîrok, destan, lorî. bi berfirehî hatiye rawestin. Di beşa sêyem de behsa jiyana wî ya hunerî û di muzika kurdî de cihê Dengbêj Şakiro tê vegotin. Di dawiya vê xebatê de jî encama vê xebata hatiye gotin. Di xebatê de li ser kilamên Dengbêj û naveroka wan bi berfirehî nehatiye sekinandin. Tenê minaka dengbêjan de behsa wî hatiye kirin. Ev xebat 30 rupel e.
  • Öğe
    DI HELBESTÊN FÊRÎKÊ ÛSIV DE UNSÛRÊN XWEZAYÊ
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2024) Bişeng Özmen
    Fêrîkê Ûsiv, helbestkarekî Kurd ê edebiyata Kurdî ya modern a Kafkasyayê ye. Li vê xebatê de me hewl da ku bi riya di pirtûka wî ya bi nav “Hesretdefter”ê di helbestên Fêrikê Ûsiv, ji aliyê unsûrên xwezayê ve tehlîl û şîrove bikine. Xebata me de; xweza û unsûrên xwezayê, têkiliya xweza û edebiyatê, di helbestên Fêrîkê Ûsiv de wateya unsûrên xwezayê hatiye şîrove kirin. Li vê xebatê de me di helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor van serenava tesnîf kirine: Av û bûyerên avê, ax û bûyerên axê, hewa û bûyerên hewayê. Di helbestên wî de ji van unsûran yên ku herî zede derbas bûyî hatiye tehlîl kirin.
  • Öğe
    Latînîzeya “Dîwana Karçikanî” ya Mela Enwerê Ovanisî
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Bişaroğlu, Seher
    Mela Enwerê Ovanisî yê Karçikanî di sala 1951ê de li gundê Ovanisa Tetwana Bedlîsê hatiye dinyayê. Bi salan li gundên Wanê û li Edeneyê melatî kiriye û di medreseyan de feqî perwerde kirine. Mela Enwer jî bi terza klasîk dîwançeyeke helbestan nivîsîye. Di vê xebatê de li ser latînîzekirina Dîwançeya Mela Enwerê Ovanîsî yê Karçikanî hat rawestan. Dîwana Mela Enwer berîya niha bi awayekî amatorî bi tîpên Erebî hatiye çapkirin. Lê heta niha bi tîpên Kurdî-latînî nehatiye nivîsîn. Herwiha heta niha di lîteratura Kurdî de Mela Enwerê Ovanîsî yê Karçikanî û berhemên wî nehatine nasîn. Di vê xebatê de bi kurtasî jîyana Mela Enwer hate dayîn û dîwançeya wî jî bi herfên transkirîpsîyonê hatiye latînîzekirin.
  • Öğe
    Dorûverê Gêlî ra Des Estanikî
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Biçer, Ömer
    Amancê na xebate top kerdişê estanikanê kirmanckî yo. Na xebate de des estanikî estê. Mi nê des estanikî dewa xo ra kom kerdî. Mi nê estanikî zafane maya xo ra arê kerdê. Mi vengê maya xo bi telefonî qeyd kerdine û dima estanikî ke maya mi vatinê, mi înan goşdarî kerdine û nuştînî. Semedê ke maya mi êdî extîyar bîya taye estanikî xo vîr ra kerde bî û nêmcet vatinê. Aye estanikî ke nêmcet mi ra vatê, mi bi ardimkarîya waya xo temam kerdî. Weyta de çîyêk muhîm esto, lazim o ke ez vaca maya min kurmanc a. Nê estanikî ke mi nuştê wextêk maya mi şenik bîya bawkalê mi, derê vatê. Dima maya mi bi pîyê de zewîcîyêna kirmanckî bander bena. Wextêk ma şenik bîyê maya mi zî ma rê bi kirmanckî vatinê.
  • Öğe
    Surrealîzm di Çîrokên Helîm Yûsiv de
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Keskin, Gülbahar
    Surrealîzm rêbazeke ku di serê sedsala XXan de li Fransayê derketiye û wekî bizavekê hatiye sazkirin. Surrealîzm ji peyva surreel (derî rasteqînê) hatiye dariştin ku ev peyv bi Fransî ye. Otomatîzma giyanî ya xwerû ye ku armanc ew e ku bi riya gotin an nivîsandinê xebatên rasteqîn ên ramanê derbixe meydanê. Bi guherînên rewşa dinyayê di edebiyat û hunerê de jî guherîn çêdibin. Hin rêbaz cihê xwe didin rêbazek din. Surrealîzm jî piştî dadaîzmê derdikeve meydanê. Pêşengên vê rêbazê bi manîfestoyekê surrealîzmê îlan dikin û bi demê re di edebiyatê de bi piranî jî di helbestan de, di wêne, şano û sînemayê de berhemên surreal tên çêkirin. Di roja me de di hunera wêne û sînemayê de hêmanên surreal pirtir tên bikaranîn. Di edebiyata kurdî de jî em di metnên hin nivîskaran de rêçên surrealîzmê dibînin. Ji wan nivîskaran yê ku berhemên wî ji aliyê surreal ve li pêş in Helîm Yûsiv e. Helîm Yûsiv çîroknûs û romannûsekî ku di sala 1991an de berhema xwe ya yekem dide, di metnên xwe de pala xwe dide binhişî û zarokatiya xwe. Yûsiv di nivîsên xwe de hêmanên surreal wekî derasayîbûn, guherîn/metamorfoz, derhişîtî, dînîtî, xewn û xeyal û berevajîbûnê pir bikar tîne ku ev taybetmendiyên esasî yên vê rêbazê ne. Di xebatê de piştî pênaseya rêbaza surrrealîzmê danasîna nivîskar hatiye kirin. Derketina vê rêbazê û dîroka wê bi sedemên bingehîn hatine ravekirin. Pêşeng û nunerên surrealîzmê û rê, rêbaz û teoriyên ku ji aliyê surrealîstan ve hatine bikaranîn di binbeşa pênaseya surrealîzmê de hat zelalkirin. Berhemên Helîm Yûsiv yên çîrokan hatin lêkolînkirin û çîrokên ku hêmanên surreal dihewînîn hatin diyarkirin. Çîrokên ku hêmanên surreal dihewînin bi taybetmendiyên xwe di çarçoveya hêmanên vê rêbazê de hatin nîşandan û şîrovekirin.
  • Öğe
    Berhevkirina Hêmanên Folklorê li Gundê Qerekoyinê yê Girêdayî Sêwrekê
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Birgün, Argeş
    Ev xebat li gundê Qereqoyinê (Karakoyun) yê girêdayî Sêwrekê hatîye kirin. Ev xebat parçeyekî xebatên monografîyê ye, lê belê bi tevahî ne monografî ye. Ji ber pirsgerekên kêmasîya demê, çûn û hatinê ev xebat nebû monografîyeke giştî. Ji ber ku li vî gundî xebatên wek vê çênebûye, me hewcedarî dît ku divê xebatên sehayê li vî gundî were kirin, ji ber ku ev gund ji gelek alîyan de li Sêwrekê cihê xwe girtîye, ji alîyê çandî, edebî, sîyasî û aborî de bi bandor e. Li gor hevpeyvînên me derdorê 30-40 sal berê li gund dengbêj û çîrokbêj hebûne, lê belê stranên û çîrokên wan bêtir bi jîyana wan ve sînordar mane, armanca me berhemên mayî berhevkirin û qeydkirin e. Ji alîyê din de jî ji ber pergala kapîtalîst ya dinyayê orf, edet û bawerî winda dibin, Ev rewş di lîstikên zarokan de jî dîyar e, ji ber ku zarok bi telefon, tablet û kompîturan ve dem derbas dikin, ev jî dibe sedema nelîstina lîstikan û jibîrkirina lîstikan. Ji ber ku li gundê Qereqoyinê berê xebatên akademîk nehatiye kirin, ji vî alîyî de û ji alîyê devokê de ji bo xebatên nû cihekî xwe yê girîng digire. Ji bo ku li ser hin xalan kûr bibin bi hin mijaran ve hatîye sînordarkirin û di naverokê de ev hatîye dîyarkirin. Me di vê xebata sahê de rêbaza hevdîtin, çavdêrî û rapirsînê kirin.
  • Öğe
    UNSÛRÊN TEBÎETÊ DI DÎWANA WEDA’Î DE
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Taş, Hasan
    Tabiat ve tabiata dair bütün unsurlar geçmişten günümüze dek insanların yaşamında önemli bir yer edinmiştir. Doğa ve doğaya ait birçok unsur yazar ve şairlerin de dikkatini çekmiş ve şairler eserlerine bu tabiat unsurlarını yansıtmıştır. Bu çalışmanın amacı Weda’i’nin şiirlerinde tabiat ve tabiat unsurlarının yansımalarını göstermektir. Bu amaç doğrultusunda ele alınan şiirler taranmış ve bu şiirler içerisinde yer alan tabiat unsurları tespit edilmiştir. Tespitedilen tabiat unsurlarının hangi şekillerde şiirlere yansıdığı ele alınmış ve açıklanmıştır. Çalışmamız sonucunda tabiat ve tabiat unsurlarının Weda’î’nin şiirlerde yerinin azımsanmayacak kadar fazla olduğu ortaya çıkarılmıştır.
  • Öğe
    Polînkirina Lîstikên Zarokan Yên Herêma Mêrdînê
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2022) Çelik, Cennet
    Ev xebat li ser lîstikên gelêrî yên navenda herêma Mêrdinê ye. Mijara me bi vê qadê sînorkirî ye. Heta niha li ser lîstikên herêma Mêrdinê xebat nehatine kirin. Kesên ku me bi wan re hevpêyvîn kirine çavkaniyên me yên sereke ne. Armanca me ew e ku heta ji destê me hat bi awayekî xwezayî lîstikên vê herêmê bê berhevkirin û tomarkirin. Herwiha bi vê helwestê hat xwestin ku ev lîstik jibîrkirinê û ji wendakirinê bên xilaskirin. Di heman demê de ji bo folklora zarokan jî bibe nimûneyeke nivîskî. Me di vê xebatê de bi duwazdeh kesan re hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me bi wan re hevdîtin kiriye temen û zayendê wan ji hev cuda ne. Me bi riya hevdîtinê hijdeh lîstik, bi riya çavdêriyê jî hêşt komlîstik berhev kirin. Teswîr û rezikê lîstikan jî bi zimanekî zanistî û vekirî hat ifadekirin. Ji van lîstikan hinek li derve, hinek li hindir tên lîstin. Hinek ji wan tenê keç, hinek jî tenê kur dilîzin, lê bi gelemperî bi hev re tê lîstin. Di encama vê xebatê de hat dîtin ku li bajarê Mêrdînê ji bilî taybetmendiyên xwe yên çandî û gundên xwe, ji aliye lîstikên zarokan ve jî gelekî dewlemend e. Her wiha di xaleke din de hat fêhmkirin ku amurên dijîtal, tevgerên malbatan, pêşveçûyinên teknolojîk, bajarbûyîn û dibistanên fermî jî li ser pêvajoya guherîna lîstikên zarokan tesîreke mezin pêk tîne.
  • Öğe
    LI HEREMA KERBORAN LÊKOLÎNEK LI SER KULTA MEŞEYÎXEKE JIN: ŞÊX MOMINA MIRADA
    (Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü, 2023) Çelik, Eyüp
    Di vê xebatê de di serî de têgehên wek tesewwuf, welî, keramet, menqebe û zêw hatin danasandin. Cudahîyên Îslama kurdan ji îslama cîranên wan hatine nîşankirin, di tesewwufê de rola jinan hatîye ravekirin û jinên alim û zahid ên kurd bi kurtayî danasîna wan hatîye kirin. Di beşa dawî de wek jineke meşayîx, welî û pîroz Şêx Momina Miradan li gor agahîyên çanda devkî çîroka wê bi varyantên cuda hatiye berhevkirin, motîfê di menqebeya wê de hatine analîz kirin. Bi kurtayî dîroka heremê hatîye danasandin û tevî motîfên di çîroka wê de angaşta ku bi eslê xwe ew ezîzeyeke (qedîşto) Sûryanî ye bi daneyên girîng hatîye vegotin û dahurandin. Weke rêbaz, çanda devkî hatîye bikaranîn û bi çavkanîyên nivîskî ev daneyên ku hatin berhevkirin hatine şîrovekerin. Herwiha hatîye dîtin ku kulta vê jinê ji alîyê misilmanan ve hatîye guherandin û temelûk kirin.
  • Öğe
    Di Herêma Nisêbînê de Berhevkirina Cureyên Dirûnê
    (2021) Hakan Koç
    Di jîyana mirovan de gelek pêdivîyên curbecur hene. Ji pêdivîyên mirova yek jê jî dirûne. Dirûnê, Ji dîroka nedîyar heta wextê sedsala 21ê merheleyên curbecur derbaskirine. Dirûn di binyada xwe de jixwe tiştekî folklorik e. Di heman demê de ji bo hunera cil û bergan jîyande ye. Di dîrokê de temenê folklorê bî qasî dûdîrêjîya dîroka mirovan e. Dîroka herî kevn ya mirova li herema rojhilata naverast e. Herêma Nisêbin ji alîyê afirandina folklorê navendek pir girînge. Nisebîn di dîrokê de buye hêlîna gelek çandê qewmî û dînî. Nisebin di çanda xwe de piralîye yani heterojen e. Emê di vê gotara xwe de li ser cureyên dirunê yê herêma Nisêbîne bîsekinin. Emê bal bikşînin ku di herêma Nisêbînê de gelek cureyên dirunê hene. Hem bi şiklê dirûna hem jî bi fonksîyonên dirûna emê wana lêkolîn û tasnif bikin. Rêbaza me ya lêkolînê di cîh de berhevkarî ye. Emê bi pîrejinan re û kalemêran re hevdîtinan pêk bînin û di derbarê agahîyên wan de emê kare berhevkarîyê bikin. Em îdda dikin ku heta niha tu kesan berhevkarîya cureyên dirunê yê herêma Nisêbîne nekirî ye.
  • Öğe
    Kevneşopîya Çêkirina Dan, Dehnû û Hilberên Wan li Qoserê
    (Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Mehmet Ali Saruhan
    Mijara vê xebatê; nerîta “Çêkirina Dehnûyî” ya ku heta niha jî di nav şêniyên Mezopotamyayê û bi taybet jî li Qosêrê li cihna didome, ji bo nifşê nû tê bigihîje, nas bike û da kû neyê jibîrkirin, di pêşerojê da zindî bimîne, hevkarî û zibareya di nav vê çandê da cih girtîye mîna nirxekî çandê ber bir çav bibe û ji bo lêkolînerên ku lêkolînên di derbarê çanda gelê Kurd bike ji wan ra bibe çavkanîyek li gel rê û rêbaz û amûrên çêkirina dehnûyî bê ravekirin. Ji bilî vê jî bi vê xebatê me xwest ev nirxa gelên Mezopotamyayê bê zimanî. Di vê xebatê de, di çêkirina dehnûyî da ji destpêkê heta dawîyê amûrên çêkirina dehnûyî û peywirên van amûran dê pênase bibe û bê ravekirin. Li gel van, wêne û teşeyên amûrên çêkirina dehnûyî, dê di vê xebatê de cih bigirin. Ji bilî vê jî, ji destpêkê heta dawîyê çêkirina dehnûyî bi rê û rêbazên wê dê bê ravekirin. Li gel nirxa vê kevneşopîya gelê Kurd û giringiya vê nirxê dê bê şîrovekirin. Di encama vê xebatê de, analîzeke berfireh di derbarê nerîta çêkirina dehnûyî û amûrên di çêkirina dehnûyî da cih digirin dê pêk bê.
  • Öğe
    Di Hunera Fewzî Bîlge de Motîfên Folklorîk
    (Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Yılmaz Acar
    Fewzî Bîlge hunermendekî ku nêzî sî salane wêneyan çê dike.Yek jê hunermendê ku di wêneyê xwe de motîfen folklorîk diafirîne.Mijarên sereke yên weneyên wî :cil û bergên kurdan ,mîmarîyên kurdan,dansên kurdan in.Em ê di vê xebatê de tespît bikin ku bikaranîna motîfên folklorik yên Fewzî Bîlge temsilên folklora kurdî ne yan na. Wêneyên wî yên hatine hilbijartin li gor kurdayetîya wan hatine hilbijartin.Lêgerîna kurdayetîya wan jî dabeşî çendin binbeşan bûne û xebat li gor van binbeşan hatîye amadekirin.Em ê di vê xebata xwe de taybet li ser terîmên folklorîzasyonê û post-kolonyalîzme bisekinin û binirxînin ka weneyên wî li ser van nerînan ave bûne yan na .Ji bo vê xebatê wekî rêbaz jî em ê Teorîya Erdnîgarîya û Dîrokîya Fînî bikar bînin.Ev xebat, ji ber ku li ser vê mijarê xebat nebûne girîng e.
  • Öğe
    Ferhengên Kurdî yên Online -Lêkolîneke Çendanî-
    (Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) Tekoşin Aydeniz
    Di destpêka sed sala 21an da bi saya înternetê, dîjîtalîzekirina ferhangan dest pê kir û ferhengên dîjîtal wek cureyek nû di qada ferhengnasîyê da cihê xwe girt. Di nav çarçoveya ferhengnasîyê da em dê lê binihêrin ku her çendî kurd ne xwedî zimanekî perwerdehîyê ne, çawa ji înternetê sûd wergirt. Armanca lêkolînê ya sereke ev e ku xebatên li ser ferhengên kurdî yên online hatine çêkirin raxe ber çavan û bide nasîn. Her çiqas li ser vê mijarê lêkolînên taybet nehatine kirin jî li gorî agahîyên berdest yekem ferhenga kurdî di sala 2004an da hatiye dîjîtalîzekirin. Lêkolîna me bi giştî ji destpêka vê salê heta roja îro, li ser ferhengên kurdî yên online yên li ser înternetê niha çalak in dê raweste. Di xebatê da em dê hewil bidin li gorî metodeke çendanî pirsên: “1. Ji aliyê hejmara bêjeyan ve çi ciyawazî di navbera van ferhangan da heye? 2. Bi kîjan zaravayên kurdî hatine nivîsîn? 3. Ji aliyê kê ve kengî hatine sazkirin? 4. Çavkanîyên xwe çawa bi dest xistine? 5. Polîtîkayên weşanê û berfirehkirina bêjeyên ferhengên online çi ne?” bi giştî bibersivînin.
  • Öğe
    Li Gundên Embar û Eyintirta Têrkan Lîstikên Zarokan
    (2020) Şükran Çeçen
    Mîna her zarokên miletên din, zarokên kurdan jî li gor temenê xwe wextê xwe bi lîstikan derbas dikin. Mekanên van lîstikan li gor demsalê û minasebeta rojê kuçe, zevî, meydanên gund an odeya malekî ne. Zarok, van lîstikan ji hevtemenên xwe an ji mezinan hîn dibin. Her lîstik xwedîyê qaîdeyekê ye. Qaîdeyên wan ne nivîsandî ne, lê berî ku bên lîstin ew ji alîyê zarokan va tên zanîn. Lewra zarok bi seyr û temaşeyê wan hîn dibin. Navên wan li gor herêman biguherin jî naveroka wan kêmzede eynî ye an di navbera wan da ferqên piçûk hene. Li du gundên herêma Têrkana Amedê jî çend lîstikên wiha hene. Zarokên ji gundên Embar û Eyintirtê di wextên xwe yên vala da lîstikên mîna qîtik (maka daran), sê niçik, gog, lehpê, birr, mamê hûz, şerê devê, kab, xar, sêgav, çit, şeytanok, neh kevir, kevirê quwetê, kevirê şûşkirî, pêncok dilîzin. Danasîna van lîstikan ka bi çend kesan tên lîstin, serkêşên lîstikan çawa tayîn dibin, amraz û alavên wan çi ne, ceza û mikafat li gor kîjan pîvanan rû didin, ji xeynî kuçe û meydanan li ku tên lîstin, demsal û dema taybet mekanên wan diguherînin hwd. dê armanca sereke ya vê xebatê be.
  • Öğe
    Jİ ALİYE TEKNÎK Û NAVEROKÊ VE NİRXANDİNEK Lİ SER ROMANA MİRİNA BÊSÎ YA DİLAWER ZERAQ
    (Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2019) POLATTAĞ, Habibe
    Roman weke cureyeke edebî di sedsala şazdehan de derketiye holê. Geşedana romanê weke cureyeke edebî bi qewimîna hin bûyerên siyasî, dldfgjcivakî û teknolojîk pêk hatiye. Derketina çapxaneyê, vedîtinên erdnîgarî, Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransayê û hilweşîna feodalîteyê ji vana yên sereke ne. Van bûyeran piştî Ewropayê hemû cîhanê kirin bin bandora xwe û wêjeya cîhanê jî ji vê guherînê bêpar nema. Dewleta Osmanî jî hem bi awayeke erênî hem jî bi awayeke nêyînî ji van bûyeran para xwe sitende. Dewleta Osmanî ji bo ku li hember dewletên Rojavayî karibe li ser piyan bimîne gavên girîng avêtin. Îlankirina Fermana Tanzîmatê ji vana ya herî girîng e lewre vê fermanê di jiyana tebaya Osmanî de guherînên kirîtîk pêk anî. Kurd jî wê demê tebaya Dewleta Osmanî bûn û fikrên ku bi Fermana Tanzîmatê re belav bûn rewşenbîrên Kurdan jî kirin bin bandora xwe. Rewşenbîrên Kurd bi xebatên xwe hem tekoşîneke siyasî meşandin hem jî bingeha wêjeya Kurdî ya nûjen danîn. Piştî wan kurdan li erdnîgariyeke perçebûyî, di bin erkên siyasî yên cuda de mînakên cureyên edebî yên modern dan û berdewamiya wêjeya Kurdî pêk anîn. Piştî ku mirovên ji rêzê û jiyana rojane bûn mijara edebiyatê guherînên radîkal di cureyên edebî de çêbûn. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem çewa di beşên hunerê yên din de guherîn çêbûn di romanê de jî guherînên balkêş çêbûn. Van guherînan di naverokê de û di teknîkê de xwe nîşan dan. Nivîskarên Kurd jî van guherînan taqîb dikirin û li gor qaîdeyên serdema nû berhemên xwe afirandin. Em dikarin li gor van qaîdeyan bêjin di roja îroyîn de wêjeya Kurdî bi taybetî jî romana Kurdî di asta edebiyata cîhanê de ye. Romana ku mijara vê xebatê ye jî ji van mînakan yek e. Dilawer Zeraq di sêyîneya xwe de romanên xwe bi teknîkên postmodern nivîsiye. Rewşa kurdan ya siyasî û civakî jî di romanê de xwe bi awayekî berbiçav nîşan daye û mirov dikare bêje vê rewşa xerab bi hin awayan postmodernbûna romanê qels kiriye. Mînak îronî û xemsarî taybetmendiyên romana postmodern yên sereke ne lê belê em dikarin bêjin ku giraniya mijara romanê helwesteke îronîk û xemsar asteng kiriye
  • Öğe
    JÎYANA MALBATA CASIMÊ CELÎL Û XEBATÊN WAN YÊN LI SER ZIMANÊ KURDÎ
    (Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) NERSE, Rojbîn
    Me di vê xebatê de hewld da ku em li ser jîyana Casimê Celîl û li ser kesayeta wî ya edebî rawestin. Herweha me di vê xebatê de malbata Casimê Celîl (Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl) hem ji alîyê wan yên şexsî ve hem jî ji alîyê wan yên edebî ve da nasîn. Wekî ku tê zanîn, malbata Celîlan di qada edebîyata Kurdî de gelek xebatên girîng kirine. Casimê Celîl yek ji wan kesan e ku di derbarê folklora edebîyata kurdî de cihekî girîng girtîye. Casimê Celîl gelek xebat kirine û gelek berhem nivîsandîye. Xebatên ku Casimê Celîl meşandine malbata wî li piştî wî ew kar pêşvetir birine û gelek xebatên baş gihandine me. Me jî di vê xebata xwe de keda vê malbata ku xemxwarên Kurdî ne bi bîranî. Em dikarin bibêjin ku malbata Celîlan fokusa xwe li ser edebîyata Kurdî danîne û folklora Kurdî bûye çavkanîya wan a sereke ji bo xebatên wan.
  • Öğe
    HUNERA TEŞBÎHÊ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DA
    (Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2021) KURUŞ, Mustafa
    Melayê Cizîrî, yek ji navdartirîn helbestvanê edebîyata Kurdî ya klasîk e. Di qada edebîyata Kurdî da Dîwana Mela xwedî nirxekî hêja û bilind e. Helbestên Melayê Cizîrî wekî ku tên zanîn him ji alîyê wateyî ve him jî ji alîyê bikaranîna ziman ve gelek bi hêz in. Di vê xebatê da xezel û qesîdeyên di dîwana Mela da ji hêla bikaranîna hinhunerên edebî/ ciwankarîya edebî ve hat analîzkirin. Di vê xebatê da em li ser hunerên edebî yên teşbîhî (teşbîh, îstîare, telmîh, mubalexe) sekinîn û me mînakên van huneran bi malikên Mela ve destnîşan kir. Herweha ji bo ku ev huner baştir bên fêmkirin me cîh da şerha van malikan jî.
  • Öğe
    TEHLÎLA ROMANA “DEMA YEZDAN DIBIŞIRΔ A FEWZÎ BÎLGE
    (Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) BAKIR, ALİ
    Fewzî Bîlge, wênesaz û romannivîsekî navdar e. Em ê di vê nivîsa xwe de li ser romana wî ya bi navê "Dema Yezdan Dibişirî" rawestin. Ew, romaneke dîrokî ye û li ser Kurdên Mervanîyan hatîye nivîsin. Fewzî Bîlge di vê romana xwe de lehengên xwe çawa afirandiye? Dem çawa bi kar anîye û bûyer di kijan demê de derbas bûne? Bûyer li kê derê derbas bûye? Di vê nivîsê de em ê li bersiva van pirsan bigerin. Em ê ji her alî ve li ser tehlîla romanê rawestin.
  • Öğe
    DI KILAMÊN ŞAKIRO DE ÎDEALÎZASYONA JINÊ
    (Mardin Artuklu Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, 2020) DEMİR, Kamuran
    Kilamên ku Dengbêj Şakiro gotine naveroka vê xebatê ye. Di vê xebatê de bi van kilaman ez ê hewl bidim ku bi taybetî di dengbêjiya Dengbêj Şakiro de, bi giştî di çanda dengbêjiyê de “îdealîzasyona jinê” derxînim holê. Armanca min ew e ku di kilamên Dengbêj Şakiro de li gorî şêwaza vegotina çav û birû, bejn û bal, rabûn û rûniştin, çûyîn û hatin, exlaq, derûniyê çawaniya îdealîzasyona jinê bidim diyarkirin. Ez ê nişan bidim ku di kilamên Dengbêj Şakiro de jin bi kîjan profîlê hatiye wesifandin