LI HERÊMA KERBORANÊ ÇANDA ZÊWÊ Û EFSANEYÊN KU LI SER ZÊWAN TÊN VEGOTIN: ZÊWA ŞÊX MOMINA Û ZÊWA ŞÊX MEHMÛR

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2023

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Mardin Artuklu Üniversitesi, Türkiye'de Yaşayan Diller Enstitüsü

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Zêw, ji wan merasîman re tê gotin ku bi amanca bîranîna kesayetên dînî, salê carekê bi şêweya mihrîcana gel li ser gorên wan tên lidarxistin. Rîtûelên zêwêji bo xurtkirina hezkirinê ya di navbera însanan de û di parvekirina jiyaneke hevpar a civakî de roleke pir giring dilîzin. Ev kevneşopî bêhtir li herêma “Torê” berbelav e. Ev rîtûelên wek festîvalan heta salên 90î jî bi kêf û coş dihatin lidarxistin û pîrozkirin lê di roja me de ev çanda qedîm qels bûye û hêdî hêdî tê jibîrkirin. Lê hebûna efsaneyan sedema nejibîrkirina vê kevneşopîyê ye. Li herêma Kerboranê ji bo wan kesên ku her sal zêwa wan tê lidarxistin gelek efsane tên gotin, ji ber vê jî Kerboran yek ji wan deveran e ku çanda zêwê her çiqasî hêza wê kêm bûbê jî hîn jî pir berbelav e. Ji ber vê yekê,em di vê xebatê de li ser zêwên li herêma Kerboranê sekinîn û heta ji destê me hat me ew efsaneyên ku tên vegotin berhev û deşîfre kirin. Xebata me ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem de, em li ser dîrok û taybetîyên herêma Kerboranê sekinîn ji ber ku sînorê xebata me herêma Kerboranê bû. Di beşa duyem de em li ser pênaseya têgihên efsane û zêwê sekinîn û heta ji destê me hat me pêwendîya di navbera wan de rave kir. Di beşa sêyem û dawî de jî me behsa Zêwa Şêx Momina û Zêwa Şêx Mehmûr kir û efsaneyên ku derbarê wan de tên vegotin nîşan dan. Dawîyê jî me xebata xwe bi encam û nîşandana çavkanîyan qedand. Di dawîya vê xebatê de em gîhaştin vê encamê; efsane pêşî li ser kesên pîroz hatine vegotin lê paşî bi belavbûna wan a di navbera gel de bûne sedema derketina çanda zêwan û bi berbelavbûna vê çandê re efsaneyên nû nizilîne û me dît ku carinan van efsaneyan forma xwe guhertine û bûne çîrok.
Zêw is the name given to the commemoration ceremonies held in the form of a festival once a year in the graves of religious figures. These ceremonies have a great role in strengthening the feelings of love and respect between people and in creating a common life based on sharing. This tradition is mostly common in the “Tor” region. These rituals were celebrated in a festive mood until the 90s, but today we see that they are fading into oblivion. Although they are not celebrated as before, we still see this event being held every year in the Kerboran region. Almost no tangible work has been done on “Zêws” so far, so I decided to do this work on this subject, which is still celebrated in the Kerboran region and has thousands of legends. This study aims to talk about two zêws celebrated in the Kerboran region and to compile and decipher the legends about the people whose Zêws are celebrated. This study consists of three parts. In the first part of our study, the history and features of Dargeçit (Kerboran) district are included. The second chapter includes the definition of the concepts of legend and Zêw and explanations on these concepts. In the last and third part of this work, there are two Zêws (Zêwa Şêx Momina and Zêwa Şêx Mehmûr) that are still celebrated in Dargeçitte (Kerboran) and the legends told in the region for the people whose zêw event is organized. Our study ends with conclusion and bibliography. Our study ends with conclusion and bibliography. As a result of this study, we came to the following conclusion; The legends first told for the holy people later became instrumental in the formation of the Zêw culture, then new legends were formed with the spread of this culture among the people and some of these legends changed form and turned into stories.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Zêw, Efsane, Kerboran, Dîn, Bawerî

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye