‘ADAT Û RUSÛMATNAMEʼÊ TEWAYIFÊ EKRADIYEYA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

2015

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Di vê tezê de li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiyeya Mela Mehmûdê Bazîdî, jiyana wî û hevkariya wî ya li gel Auguste Jaba lêkolîn hatiye kirin. Lêbelê beriya ku Bazîdî û berhemên wî bên nirxandin bi kurtasî qala rojhilatnasiyê jî hatiye kirin. Tez ji xêncî pêşgotin, destpêk û encamê ji çar beşan pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê hatiye ravekirin û her wiha behsa rêbaza lêkolîna tezê hatiye kirin û çavkaniyên sereke yên ku hatine bikaranîn jî hatine nasandin. Di beşa yekem de di serî de têgehên rojhilatnasî, rojhilata navîn, kurd, Kurdistan û kurdolojiyê hatine nirxandin. Lê ji wan têgehan ya herî zêde li ser hatiye sekinîn, kurdolojî ye. Ango kurdolojiya ku wekî şaxeke rojhilatnasiyê reng vedide, hatiye destnîşankirin. Helbet A. Jabayê konsolosê Rûsyayê yê Erziromê jî bû xaleke vê tezê. Ji ber vê hindê jiyan, xebatên wî û têkilî û hevkariya wî ya bi Bazîdî re bûn beşeke girîng ya vê lêkolînê. Ev mijar hemû, gav bi gav ji bo xuyabûna cihê Bazîdî û xebatên wî yên di dîroka edebiyata kurdî de hatin lêkolînkirin. Di beşa duyem de wekî pêngava duyemîn, jiyan û berhemên Bazîdî hatine vegotin. Li pey wê re hevkariya Bazîdî û Jaba û berhemên wekî xulesaya vê xebata hevpar ya herdu zanyaran derketine holê hatine nîşandan. Berhemên Bazîdî di bin 6 serenavên wekî dîrok, ferheng, rêziman, wêje, folklor û civaknasiyê de li gor 19 binnavan hatine nirxandin. Di beşa sêyem de ji berhemên Bazîdî ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye ya ku ji bo vê tezê bûye mijara nirxandinê, babetên wê yên bûne egera rexneyan yên derheqê eslê kurdan û zimanê wan de hatine hilsengandin. Berhem ji hêla nusxeyên wê, dema nivîsê, qebareya wê, zimanê wê ve hatiye şîrovekirin û cihê wê yê di dîroka edebiyata kurdî de hatiye nîşandan. Her wiha xebatên li ser ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, hatine danasîn. Di vê çarçoveyê de wergerên wê yên bo 6 zimanan, şîroveyên wê hatine nirxandin. Peyra li ser naveroka wê hatiye rawestan û mijarên wê bi hûrgilî hatine nirxandin. Di beşa çarem de jî li gor herdu nusxeyên ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye tîpguhêzî û edîsyon-krîtîka wê ya ku bi destê me hatiye kirin, heye. Lê beriya vê xebata me tîpguhêziyên wê yên latinî yên bi destê kesên cuda amade bûne hatine danasîn. Her wiha di vê beşê de me qala rêbaza xwe ya tîpguhêziyê jî kir. Di vê tîpguhêziyê de, berhem li gor eslê wê û bêyî ku were guherandin ji tîpên erebî bal bi tîpên latinî hatiye veguhaztin. Her wiha cudahî û kêmasiyên di navbera herdu nusxeyan de hatine kifşkirin. Li cihên pêwîst jî bi jêrenotan agahî hatine dayîn.
Bu tezde Molla Mehmûdê Bazîdî’nin ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye (Kürtlerin Örf ve Adetleri) adlı kitabı, yaşamı ve Auguste Jaba ile birlikte yaptığı çalışmalar üzerinde durulmuştur. Ancak bu çalışmada Bazîdî ve eserleri değerlendirilmeden önce kısaca şarkiyatçılığa da değinilmiştir. Önsöz, giriş ve sonuç haricinde, tez dört bölümden meydana gelmektedir. Girişte tezin amaç ve çerçevesi açıklanmış, takip edilen metot anlatılmış ve kullanılan ana kaynaklar tanıtılmıştır. Birinci bölümde başta şarkiyatçılık olmak üzere Ortadoğu, Kürt, Kürdistan ve Kürdoloji kavramları incelenmiştir. Ancak bu kavramlardan üzerinde en çok durulanı, Kürdolojidir. Şarkiyatçılığın bir dalı olarak gelişmekte olan Kürdolojiye bu yüzden dikkat çekilmiştir. Buna bağlı olarak Rusya’nın Erzurum konsolosu olan A. Jaba da bu tezde değerlendirilmiştir. Dolayısıyla hayatı, çalışmaları, Bazîdî ile olan bağlantısı ve ortak çalışmaları tezin önemli bir bölümünü oluşturdu. Bu konuların tümü Bazîdî ve çalışmalarının Kürt Edebiyatı Tarihindeki yerinin tespiti için incelenmiştir. İkinci bölümde Bazîdî’nin hayatı ve eserleri incelenmiştir. Ardından Bazîdî ve Jaba’nın ortak çalışmaları ve bu iki bilim adamının araştırmalarının neticesinde ortaya çıkan eserler tanıtılmıştır. Dolayısıyla Bazîdî’nin eserleri tarih, sözlük, dilbilgisi, edebiyat, folklor ve sosyoloji olarak 6 başlık ve 19 alt başlık altında incelenmiştir. Üçüncü bölümde Bazîdî’nin eserleriden tezin inceleme konusu olan ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye’nin eleştiri konusu olan Kürtlerin kökeni ve dillerine dair kısımları ele alınmış, nüshaları, yazım tarihi, hacmi ve dili incelenerek Kürt Edebiyatı Tarihindeki önemine dikkat çekilmiştir. ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye hakkında yapılmış çalışmalar tanıtılmıştır. Bu meyanda farklı dillerde yayınlanmış 6 çevirisi ve şerhleri değerlendirilmiştir. Ardından kitabın içeriği üzerinde durulmuş ve konusu etraflıca incelenmiştir. Dördüncü bölümde eserin farklı iki nüshası esas alınarak bizim tarafımızdan yapılan transkripsiyonu ve edisyon-kritiki yer almaktadır. Ancak çalışmamıza geçmeden önce bu eserin farlı kişilerce Latin alfabesine yapılan transkripsiyonları tanıtılmıştır. Ardından aslına uygun olarak yapılan bu transkripsiyonda izlenen metot hakkında bilgi verilmiştir. Bu çalışmada gerekli görülen yerlerde dipnotlarla izahat yapılmıştır.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Mela Mehmûdê Bazîdî, ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, Auguste Jaba, Kurdolojî, Molla Mehmûdê Bazîdî, ‘Adat û Rusûmatnameʼê Tewayifê Ekradiye, Auguste Jaba, Kürdoloji

Kaynak

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

Sayı

Künye

ÇELİK, M. (2015). ‘ADAT Û RUSÛMATNAMEʼÊ TEWAYIFÊ EKRADIYEYA MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ. Yayınlanmamış Yüksek Lisans Tezi, Mardin Artuklu Üniversitesi, TYDE